Aydar: Komploker neçar man li dora masê rûnên
Aydar: Komploker neçar man li dora masê rûnên
Aydar: Komploker neçar man li dora masê rûnên
Komploya 9'ê Cotmehê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di salvegera 15. de li Swîsreyê bi meşekê hat şermerzarkirin. Endamê Desteya Rêveber a KCK'ê Zubeyîr Aydar di axaftina xwe ya li meşê de diyar kir ku komplo pûç bûye û got, "Hêzên ku wê rojê ew komplo pêk anînin, îro neçar man bi Rêber Apo re li dora heman maseyê rûnên. Kurd êdî nêzîktirî serketinê ne."
Nêzî hezar kesên li Helvetîaplatz a Zurîchê hatin cem hev, bi pankartên bi nivîsa "Em komploya 9'ê Cotmehê lanet dikin" û "Şervanên YPG'ê namirin" li nava bajêr bi qasî 3 kîlometreyan meşiyan û li qada lihevkombûnê vegeriyan.
Li dû meşê mîtîngek hat lidarxistin û li ser navê Federasyona Komeleyên Kurd li Swîsreyê (FEKAR) Hanîfî Hoca axivî. Hoca diyar kir ku di asta heyî de komplo pûç bûye û êdî kes nikare pêşî li Kurdan bigire. Endamê Desteya Rêveber a KCK'ê Zubeyîr Aydar jî di axaftina xwe ya li vê derê de diyar kir ku yên hewl dane bi komploya navneteweyî re di kesayetiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de gelê Kurd tine bikin, ketine nava şaşitiyeke mezin e.
AYDAR: KOMPLOKER NEÇAR MAN LI DORA MASEYÊ RÛNÊN
Aydar da xuyakirin ku komploya ji aliyê gelek dewletan ve bi pêşengiya DYE hat amadekirin, bi berxwedana Ocalan a li hucreyeke ji 14 metrekareyî hatiye pûçkirin û got, "Hêzên ku wê rojê ew komplo kirin, îro neçar man bi Rêbe Apo re li dora heman maseyê rûnên." Aydar ragihand ku tevahiya cîhan êdî Kurdan baş nas dike û got, "Kurd ji her demê bêtir nêzî serketinê ne."
‘BERXWEDANA ROJAVA BERXWEDANA HEMÛ KURDISTANÊ YE’
Aydar bi bîranîna Şervan Muslim kurê Hevserokê PYD'ê Salih Muslim axaftina xwe dewam kir û got, "Berxwedana li Rojava tê dayîn, berxwedana tevahiya Kurdistanê ye. Li Rojava, nabe ku Îslamperestên sexte yên bi piştgiriya Tirkiyê bigihêjin serketinê. Li ser bingeha felsefeya Rêbe Apo, jiyaneke nû, pergaleke nû tê avakirin."
‘DEWLET SOZA XWE BICIH NÎNE’
Aydar ragihand ku dewlet naxwaze pêwistî û berpirsyariyên xwe yên li pêşberî pêvajoya çareseriya demokratîk bicih bîne û got, "Her kes baş dizane ku Kurd ji bo parastina axa xwe û azadiya xwe hem ji şer hem jî ji aştiyê re gelekî baş amade ne."
Aydar da xuyakirin ku pakêta AKP'ê aşkera kiriye bi ti awayî bi kêrî pêvajoyê nayê û anî ziman ku ew li gorî deklarasyona KCK'ê ya di rojên bihurî de hat aşkerakirin, tevdigerin. Aydar destnîşan kir ku ewê ji niha û pê ve jî bo bicihanîna pêwistiyên deklarasyonê tevbigerin.
Mîtîng li dû axaftinên nûnerên Yekitiya Hêzê ya Demokratîk a Swîsreyê û Meclîsên Jinan a Zurîchê bi dirûşman bi dawî bû.