Aydar: Xwedî li Ocalan derketin erkekî netewiye

Aydar: Xwedî li Ocalan derketin erkekî netewiye

Endamê Konseya Rêveber ya KCK’ê Zubeyîr Aydar bilêv kir ku, ji bo hemû Kurdan xwedî derketina li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, erkekî exlaqî, mirovane û netewiye. Aydar diyarkir ku, ew ne li dijî serxwebûna Başûrê Kurdistanê ne û wiha got; “Lê belê ev ne pirsgirêka partiyekê ye, pirsgirêka me hemûyane. Em neçarin ku vê mijarê baş bigirin dest û nîqaş bikin.”

Endamê Konseya Rêveber ya KCK’ê Zubeyîr Aydar di 12. Lijneya Giştî ya KNK’ ya li paytextê Belçîkayê Brukselê de li ser pêşketinên li Kurdistanê daxuyaniyên girîng dan.

Aydar bilêv kir ku, “Ne me şer da destpêkirin. Sala borî dewleta Tirk bi Tehran-Bexdayê re hevpeyman pêkanîn û xwestin me tune bikin, nekarîn bi serneketin. Di vê rewşa niha de çi muzakere û diyalog li gel hikumet yan jî dewletê tune ne. şer wê hîn tundtir bibe û dom bike.”

Zubeyîr Aydar di derbarê mijara Rojhilatê Kurdistanê de jî balkişand ser sala borî piştî şerê di navbera hikumeta Îran û PJAK’ê de agirbest hatiye pêkanîn. Aydar destnîşan kir ku, li rexmê ku car caran şer jî çêdibe lê belê ev agirbest didome. Bes ji ber ku diyalogek ne mijara gotinê ye çi garantiya dewamkirina agirbestê jî tuneye.

Aydar di mijara Başûrê Kurdistanê de jî nirxandin kirin û balkişand ser Hewlêr û Bexdayê. Aydar di derbarê îlankirina dewleta serbixwe jî wiha got: “ Em ne li dijî serxwebûnê ne. lê belê ev ne pirsgirêka parityekê ye, pirsgirêka me hemûyane. Em neçarin ku vê mijarê baş bigirin dest û nîqaş bikin.”

Zubeyîr Aydar aşkera kir ku, li Rojavayê Kurdistanê jî firsendekî dîrokî avabûye û ger yeketî bê avakirin wê statuyekê jî qezenc bikin. Aydar diyarkir ku, pêwîste di navbera du îtîfaqên Kurd yên li Rojavayê Kurdistanê hevkarî bêhtir bê xurt kirin.

Aydar anî ziman ku, di derbarê mijara Konferansa Netewî de pêşniyar û dîtinên xwe yên li ser esasên demokratîk pêşkêşî raya giştî kirine û hemû partî û rêxistin vexwendin ku dîtin û pêşniyarên xwe yên di derbarê vê mijarê de aşkera bikin. Aydar diyarkir ku, ew bawer nake tu kes hêviyên çapemeniya Tirk ji xwe re çêdike qîmetê bidê û bilêv kir ku, “Pêwîste Konferans jib o yeketiya Kurd bê çêkirin.”

Aydar di derbarê hêzên çekdarî jî nirxandinek kir û got; “Hêza parastinê ji bo neteweyekê tiştekî jênegere. Pêwîste hêzên çekdar li derdora stratejiyekî hevpar tevger bikin.”

Aydar behsa tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî kir û anî ziman ku, Ocalan ev 305 roje di bin tecrîdekî giran de tê girtin, nahêlin bi parêzer û malbatê re hevdîtinê pêkbînin, her wiha em ji ewlekarî û tenduristiya wî bifikarin. Aydar wihat got; “Rewşa Rêber Apo jib o me pir girînge. Ne tenê me hemû gelê Kurd eleqeder dike.” Aydar diyarkir ku, Ocalan serokê gelekê ye “Xwedî derketina li Serok Apo, erkekî exlaqî, mirovane û neteweyî ye. Endamê kîjan partiyê be bila ya wê be, pêwîste her Kurdek xwedî li Ocalan derbikeve. Her wiha pêwîste ji bo bigehe tenduristî, ewlekarî û azadiya xwe tekoşîn bide.”