Aydogan: Em bi gumanin ku li demên berê vegerin

Aydogan: Em bi gumanin ku li demên berê vegerin

Parlamentera BDP'ê ya Amedê Nûrsel Aydogan diyar kir ku hikûmetê heta niha ji bo pêvajoya çareseriyê gav neavêtiye, lewma ew di nava gumanan de ne ku li demên berê vegerin.

Ji bo mîtînga 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê ya li qada Stasyonê ya Amedê, komek di nav de Parlemantera BDP’ê ya Amedê Nursel Aydogan û Cigira Hevserokên BDP’ê Meral Daniş, belavok belav kirin.

Nûrsel Aydogan da xuyakirin ku ew hêvî dikin 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê, aştiyê bîne tevahiya Rojhilata Navîn û got, “ Tevgera gelê Kurd ev 30 sal in di nava hewildanên aştiyê deye. Weke ku tê zanîn, dewletê talî ji bo aştiyê li Îmraliyê bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re rûnişt. Em baş dizanin ku ev yek bi hêsanî pêk nehat. Ji ber ku di nava 30 salan de ev pirsgirk bû sedema mirina  60 hezar kesan. Li milekî dewlet li Îmraliyê hevdîtinan dike li  milê din gavan na avêje. Ev jî dibe sedem ku gumanên me jê çê bibe. Em di nava gumanan de ne ku li demên berê vegerin. Em hêvîdarin ku hikûmetê hewldanên ji bo aştiyê neke qurbanê hilbijartinê.

Aydogan her weha bal kişand ser Şoreşa Rojavayê Kurdistanê û wiha axivî; “ Li Sûriyeyê û Rojhilata Navîn pêşketinên giring çêdibin. Li Rojava Kurdan, xwe dûrî Esad û artêşa azad kirin û ji xwe re rêya sêyemîn hilbijartin. Bi vê rêyê re ji xwe re şoreş anî. Şoreşa Rojava şoreşa hemû Kurdan e. Divê AKP dest ji hewldanên astengkirina şoreşê berde."