Aydogan: Em hêza xwe ya li pişt Birêz Ocalan nîşan bindin

Aydogan: Em hêza xwe ya li pişt Birêz Ocalan nîşan bindin

Ji bo gêrîlayê HPG'ê Abdulrezzak Akbaş (Zafer Bîlal) li taxa Heleblî ya Rihayê mewlût hate dayîn. Di mewlûdê de Parlamentera BDP'êya Amedê BDP Nursel Aydogan bal kişand ser pêvajoya Îmraliyê û diyar kir ku, ew her tim li pişt Birêz Ocalanin. Aydogan anî ziman ku, ji bo pêvajoya aştiyê divê hêza xwe ya li pişt Ocalan aşkere bike.

Malbata gêrîlayê HPG'ê Abdulrezak Akbaş (Zafer Bilal) ku di 22'ê Çileyê de li navçeya Mîdyata Mêrdînê di operasyona nokteyî de jiyana xwe û 2 roj berê li Gundê Qizilbûrcê defin kir, mewlûd da. Di mewlûda li taxa Helepliyê ya Rihayê hat dayîn de Parlamantera BDP'ê ya Amedê Nursel Aydogan, birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan, endamê meclîsa BDP'ê Şaredarê Serêkaniyê û rêveberên BDP'ê amade bûn.

Di mewlûdê de Parlamentera BDP'ê Nursel Aydogan, diyar kir ku ew rêz û hurmetê ji kesên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane digire û wiha got: "Ev bedelên hatin dayîn ji bo azadiya gelê Kurd bûn û dê azadiya gelê Kurd bi dest bixin. Êşa kesên jiyana xwe ji dest didin êşa hemû kesên dibêjin ez mirov im. Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan gotibû 'Me şehîdên xwe xistine dilan me nexistine axê.' Raste kesên dikevin axê dê rojekê bên ji bîrkirin, lê kesên dikevin dilan nayên ji bîrkirin. Gele Kurd tu carî li nirxên xwe îxanet nekiriye û dê tu carî neke.”

'DIVÊ EM DESTÊ BIRÊZ OCALAN XURT BIKIN'

Aydogan da zanin ku, pêwîste di vê pêvajoyê de destê Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan xurt bikin û xwest her kes derkevin kolana nû hêza xwe ya li pişt Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bînin ziman.