Aydogan: Ma Newroz ne cejneke fermî ye ku ala tirk têde hebe
Aydogan: Ma Newroz ne cejneke fermî ye ku ala tirk têde hebe
Aydogan: Ma Newroz ne cejneke fermî ye ku ala tirk têde hebe
Parlamentera BDP’ê ya Amedê Nursel Aydogan bersiv da gotina Erdogan ya ku çima ala tirk li qada Newroza Amedê nehatiye daliqandin û got ku ji ber ku Newroz ne cejna fermî ye ku ala tirk tuneye û got: “Gelê kurd ji alî alan de pirsgirêkan najî”
Adogan bersiv da gotina Erdogan ya ku ‘Nebûn alê ya li wir nêzîkatiya provakatîf a kesên ku dixwazin bandorek neyînî li ser pêvajoyê bikeye’ nixandin kir û got: “Gelê kurd di aliyê alan de pirsgirêka wan tune û tu carî jî dê tune be. Divê mijarê de divê serowezîr jî fikaran nejî.
Aydogan diyar kir ku gelê kurd tu pirsgirêka wan bi alan tirk nîne û got: “Ev rexneya balkêş ya serokwezîr li gorî min ne rexneyeke raste. ji berk u Newroz ne cejneke fermî ye. Cejna gelekî ye. yanî gayrî fermiye. Em wek sembolek berxwedanê têkoşînê didin nasîn. Dirojeke ne fermî de, rexneyeke wisa ne cih de ye. Tişta ku serokwezîr li ser sekinî, di peyama Birêz Ocalan de yekitî û hev girtin bû. Tişata ku yekitî û bihevrebûn digirt nav xwe daliqandina ala tirk bû. Lê divê wisa neyê fikirîn. Her tim û li her cihê nayê vê wateyê ala tirk bê daliqandin.
Me di nava têkoşîna 30 salî de dî ku ala tirk ji aliyê hin beşan ve çawa hat bikaranîn. Gelê kurd nêzîkatî û rêza xwe ya li dijî ala tirk tu carî wenda nekiriye. Ji avabûna komraê heta niha ala tirk wek ala xwe dîtiye. Gotiye ala me yek e. Ji ber vê gelê kurd tu pirsgirêka wê bi alan nîne. Divê fikara serokwezîr jî di vî warî de tune be.”