Ayhan: Hewl didin herêmê ji mirovan vala bikin

Ayhan: Hewl didin herêmê ji mirovan vala bikin

Parlamenterê Riha yê HDP’ê Îbrahîm Ayhan ê tevlî çalakiya li sînor bû banga “dawî li êrîşan bîne” li hikûmeta AKP’ê kir. Ayhan got, "Dixwazin herêmê ji mirovan vala bikin. Dixwazin piştevaniya me ya bi gelê Kobanê re asteng bikin. Em ê piştevaniya xwe bidomînin.”

Polîs û leşkeran danê sibehê bi bombeyên gazê êrîşî çalakiya kon a li gundê Edmanîk a girêdayî Pirsûs a Riha kirin.

Di dema êrîşê de Parlamenterê Riha yê HDP’ê Îbrahîm Ayhan ku li sînor bû got ku dema ji bo ji leşkeran re bêjin, “Êriş nekin” çûn gel wan, êrîşan destpê kir û wiha axivî: "Em hewl didin xwe bigihênin Walî ne bi tu awayî em negihiştinê.”

ZENDERLÎOGLU RAKIRIN NEXWEŞXANEYÊ

Ayhan anî ziman dema êrîşê de bombeya gazê li pişta Parlamenterê Bedlîsê yê HDP’ê Husamettîn Zenderlîoglu ketiye, ji gazê bandor bûye û ew rakirine nexweşxaneyê. Ayhan got, "Her wiha gelek kes jî ji gazê bandor bûn.”

Parlamenter Ayhan ji hikûmeta AKP’ê xwest ku tavilê êrîşan rawestîne û wiha dewam kir, "Wê li hember nêzîkatiyeke wer a li dijî gel encamên cidî pêk werin.”

Ayhan di dewama axaftina xwe de da xuyakirin ku armanca êrîşên çeteyên DAIŞ ev e ku Kobanê ji mirovan vala bikin û got, "Armanca ku li vir jî êrîşî gel dikin ev e ku dixwazin vir ji mirovan vala bikin. Ev êrîş bi ya DAIŞ re xwedî heman armancê ye. Dixwazin her du aliyên sînor jî ji mirovan vala bikin.”

Ayhan got ku wê destûr nedin herêm ji mirovan bê valakirin û wiha dewam kir, Dixwazin piştevaniya me ya bi gelê Kobanê re asteng bikin. Em ê piştevaniya xwe bidomînin.”