Ayna: Azadiya aborî takekes dike kole
Ayna: Azadiya aborî takekes dike kole
Ayna: Azadiya aborî takekes dike kole
Hevseroka DBP'ê Emîne Ayna, li komxebata pêr li Amedê di çarçoveya amadekariya 'Konferansa Aboriyê ya Demokratîk' de destpê kir axivî û diyar kir ku mirovek ancax ji aliyê aboriyê ve azad bibe hingî weke takekes tê qebûlkirin, lê belê ev kes li şûna takekes vediguhere koleyekî. Ayna diyar kir ku kengî girêdana hewcedariyê qut bû, hingî mirov dibe takekes.
Di çarçoveya 'Konferansa Aboriyê ya Demokratîk' de ku wê di 27-28'ê Îlonê bi armanca destnîşankirina modela guncaw a aboriyê ya ji bo pêşvebirina aboriya Kurdistanê li Wanê bê lidarxistin, komxebata bi navê "Pênaseya Jinê ya Aboriyê û Şêweyên Tevlîbûna li nava Aboriyê û Modelên Ekonomiya Komunal a Demokratîk" ya li Amedê pêr destpê kir, dewam dike. Roja dawî ya komxebatê bi pêşkêşiya Hevşaredara DBP'ê Emîne Ayna û Fethî Sûvarî ya bi sernavê "Aborî, demokrasî, ked, ekolojî û jin" destpê kir.
SÛVARÎ: HETA KU TAKEKES DIKARIBE XWE AVA BIKE, NIKARIBE HILBERÎNE, AZAD NABE
Fethî Sûvarî di pêşkêşiya xwe de diyar kir ku ew neçar in aboriya paradîgamya nû ya pêleke nû ya ramanê biafirînin û destnîşan kir ku cihê lê aborî bi pêş bikeve demokrasî jî wê bi pêş bikeve.
Sûvarî da zanîn ku aborî tê wê wateyê ku civak bi xwe karê xwe bimeşîne û xwedî bandor be û got, "Eger takekes nikaribe xwe ava bike, nikaribe hilberîne, wê azad nebe. Demokrasî eger ji aliyekî ve beşdarî be, divê mirov rewatiya xwe û hesta xwe ya xwemaliyê derxînin holê. Eger ez kedê bidim, nêrînê hilberînînim û bi cihê lê me re dikarim van bikim yek, hingî ez ê karibim hesta xwemalîtiyê bijîm."
AYNA: TAKEKES KENGÎ JI GIRÊDANA HEWCEDARIYÊ RIZGAR BÛ HINGÎ DIKARE AZAD BIBE
Hevseroka DBP'ê Emîne Ayna jî di pêşkêşiya xwe de diyar kir ku tevî rastiya; kengî mirov ji aliyê aboriyê ve azad bû hingî weke takekes dikare bê qebûlkirin jî, tê dîtin ku ev kes ne weke takekes mîna kole tê dîtin.
Ayna da xuaykirin ku mirovek ancax bi qutkirina têkiliya hewcedariyê dikrre bibe takekes û axaftina xwe wiha dewam kir: "Parvekirina pêwîstiyan tiştekî din e, hewcebûyîn, hewcemayîna li saziyekê tiştekî din e. Sîstem xwe dispêre vê çavkaniyê. Bi qutkirina mirovan, bi taybetî jî bi qutkirina jinê ji xwezayê re, ji takekesiyê jî qut kiriye. Veguherandiye civatekê, lê ji takekesbûyînê dûr xistiye. Ne jiyaneke bi hev re, rewşeke ku li hemberî hev têdikoş e, hevdu talan dike afirandiye. Yanî aborî, li şûna azadkirina jiyana mirovan veguheriye zextê, destpêkê jinê, dûre jî takekes ji xwezayê qut kiriye."
Piştî pêşkêşiyên Sûvarî Ayna, mijarên hatin destnîşankirin hatin nîqaşkirin.
Endama Komîsyona Ekolojî ya KCD'ê Şehbal Şenyurt diyar kir ku pergala kapîtalîst xwezayê talan dike û herî zêde jî erdnîgariya Kurdistanê talan kir.
Ji beşdarên komxebatê aktîvîsta DOKH'ê Ayşe Gokhan jî di axaftina xwe de bal kişand ser nedîtina keda jinê, ku nîvê civakê bi xwe ye.