Ayna: Em tenê pakêta azadiya Birêz Ocalan nas dikin
Ayna: Em tenê pakêta azadiya Birêz Ocalan nas dikin
Ayna: Em tenê pakêta azadiya Birêz Ocalan nas dikin
Parlementera BDP'ê ya Amedê Emîne Ayna piştî meşa bi şiyara "Ji Ocalan re azadî ji kurdan re statû" ji deh hezaran kesan re axivî û got: "Ev vîna ku hûn nîşan didin, dibêje 'Em tenê pakêta azadiya Birêz Ocalan nas dikin' Ev peyama ji bo Azadiya Serok Ocalan û statûya Kurdistanê ye."
Bi deh hezaran kes bi şiyara "Ji Ocalan re azadî ji kurdan re statû" li ber avahiya BDP'ê ya Amedê civiyan, bi dirûşim, çepik û tîlîliyan ber bi avahiya KCD'ê ve meşiyan. Polîsan ku xwestin bi wesayîtên zirxî girseyê asteng bike jî girse bi dirûşmeyan meşa xwe dom kir. Meşa bi deh hezaran kes ku hatibû plankirin dê li ber avahiya KCD'ê bê kirin, ji ber girse di qadê de cih nedibû li ser kolana ber Parqa Koşuyolê meşa xwe dawî kir in. Li vir Hevseroka Rêxistina BDP'ê ya Amedê Zubeyde Zumrut, li ser otobusa hilbijartinê ya BDP'ê axaftinek kin kir. Zumrut ji ber gelê Amedê xwedî li meşa bi şiyara "Ji Ocalan re azadî ji kurdan re statû" derketin spasiya xwe kir.
‘EV PAKET JI BILÎ XAPANDINA KURDAN TIŞTEK DIN NÎNE’
Zumrut diyar kir ku, çawa hate dîtin paketa AKP'ê dîsa vala derket. Zumrut, wiha got: "Di paketê de tiştekî nû tune ye. Di paketê de hêza çevîk derket. Eger bersivek wiha bidin daxwaz û têkoşîna salan a gelê Kurd dê Kurd jî wek e hercar bi têkoşîna xwe ya bê hempa deskeftiyên xwe pêk bîne. Ev paket jibilî xapandina kurdan tiştek din nîne, bila herkes bizane ku kes nikare kurdan bixapîne. Gelê Kurd heta statûya xwe û serokatiya xwe azad neke dê dest ji têkoşîna xwe bernede. Heke gelê Kurd hatibe vê merheleyê bi saya serê Serok Ocalan û têkoşîna gelê Jurd e."
‘HETA SEROK OCALAN AZAD NEBE, GELÊ KURD NAGIHIJE STATÛYA XWE’
Piştre Parlementera BDP'ê ya Amedê Emîne Ayna jî axaftinek kurt kir û wiha got: "Wê bi vê meşî, bi vê vînê nîşan da ku heta Serok Ocalan azad nebe, Kurd negihije statûya xwe dê têkoşîna we berdewam bike. Hûn gelê me yê bi rûmet yek paketek dinasin ew jî azadiya Serok Ocalan û statûya Kurdistanê ye. Heke çek rawestin, siyaset biaxive divê pêşî birêz Ocalan azad bibe. Ji azadiya birêz Ocalan û statûya gelê Kurd re hindik maye, em têkoşînê bidomîn in."
'YÊ MAFÊN KURDAN NASNEKE EM WAN QET NASNAKIN'
Piştre Cigira Serokê GiştÎ ya BDP'ê Meral Daniş Beştaş jî, polîs û wesayîtên zirxî yên ku derdorê dorpêç kiribûn nîşan da û wiha got: "Vaye ligel astengiya van gelê Amedê vîna xwe nîşan da û meşa xwe ya azadiyê dawî kir. Ma wê paketa ku nava wî vala derket dê me karibe asteng bike. Birêz Ocalan di Newroza 21'ê Adarê de pêvajoya çareseriya demokratîk da destpê kirin. Gelê Kurd jî xwedî li pêvajoya ku serokatiya wî destpêkiriye derket. Lê desthilatadaran bi paketên vala bersivê didin. Kurd dixwazin ku di makezagonê de mafê perwerdehiya zimanê zikmakî bê naskirin, azadiya birêz Ocalan û nasnameya kurdan bê naskirin. Lê di paketê de yek ji vana jî tune ye. Bi kurt û kurmancî tu sererastkirineke ku mafê kurdan nas bike tune ye. Yên mafê kurdan nasneke em wan qet nasnakin."
'ME JI GELÊ ROJAVA SILAVAN ANÎ'
Di dawiyê de Endama Komîteya Hiqûqa Rojavayê parêzer Emîna Omer ku ji bo beşdarê "Konferansa Hiqûqnasên Kurdistana Bakûr" bibû, girse silav kir û diyar kir ku, wê ji gelê Rojava silav ji gelê Amedê re aniye. Omer dirûşmeya "Bijî Serok Apo, bijî YPG" avêt û dawî li axaftina xwe anî. Girseyê jî bi coşek mezin bi dirûşmeyên "Gelê Rojava ne bi tenê ye", "Silav ji şoreşa Rojava re hezar silav" bersiv dan.
Piştî axaftinan girse ku belav bû, wesayîtên polîsan ku bi çûn û hatinê xwestin provokasyonê pêk bînin, ciwanan kevir avêtin wan. Di gengeşiyê de polîsan xwest 2 ciwanan binçav bike, lê hemwelatiyan bertek nîşan da. Li ser vê yekî polîsan ciwan berdan û meş dawî bû.