Ayna, êrîşa li dijî goristanan xist rojeva meclîsê
Ayna, êrîşa li dijî goristanan xist rojeva meclîsê
Ayna, êrîşa li dijî goristanan xist rojeva meclîsê
Parlamentera BDP'ê ya Amedê Emîne Ayna, êrîşa leşkeran a li dijî goristana gerîla ya li Çiyayê Bagokê xist rojeva meclîsê.
Ayna der barê êrîşê de, 3 pêşniyar pirs pêşkêşî Serokwezîr Recep Tayyip Erdogan, Wezîrê Karên Hundir Mûammer Guler û Wezîrê Parastinê Îsmet Yilmaz kir.
Ayna di beşa sedema pêşniyar pirsa xwe ya ji bo bersivdayina Erdogan de bibîr xist ku roja 2'ê Îlonê leşkeran êrîşî goristana 43 cenazeyên gerîla lê ne kirine û bi maşînên kar cenazeyê gerîla Ahmet Ugurlar ji gorê derxistine û got, "Di demeke ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd danûstandinên Birêz Ocalan û rayedarên dewletê dewam dike de, nêzîkatiyeke bi vî rengî ya derveyî ehlaqî û dijî mirovahiyê, di nava raya giştî de rê li ber fikaran vekiriye."
Ayna di pêşniyar pirsa xwe de ji Erdogan xwest bersivê bide van pirsan:
"- Weke Serokwezaretî, hûn êrîşa li dijî cenazeyên gerîla, li gorî pêvajoya çareseriya pirsgirêka Kurd rast dibînin?
- Hûn difikirin ku li dijî van êrîşên derveyî mirovahiyê yên ji bo têkbirina pêvajoya çareseriyê bikevin nava hewldanan?
- Serokatiya Karên Diyanetê ya ser bi Serokwezaretiya we, dê der heqê xerakirina gorên gerîla bi maşînên kar û derxistina cenazeyên wan ji gorê, hewldaneke qanûnî bê kirin yan na?
-Ne tenê ji bo Misir û Sûriyê, gelo ji bo pêşî li "cihêkariya li miriyan" bê girtin Serokatiya Karên Diyanetê dê sererastkirineke qanûnî bike yan na?"
Parlamentera BDP'ê ya Amedê Emîne Ayna di meha mijarê de ji Wezîrê Karên Hundir Mûammer Guler jî pirsî ku cenazeyê gerîla Ahmet Ugurlar birine ku derê. Ayna ji Wezîrê Parastinê Îsmet Yilmaz jî xwest aşkera bike ka fermana vê êrîşê kê daye û sedema qanûnî ya dayîna fermaneke ewçend li dijî mirovahiyê çiye?