Ayna: Ger ku em aştî bixwazin nayê wateya me dest ji têkoşînê berda
Ayna: Ger ku em aştî bixwazin nayê wateya me dest ji têkoşînê berda
Ayna: Ger ku em aştî bixwazin nayê wateya me dest ji têkoşînê berda
Parlamentera BDP'ê ya Amedê Emine Ayna xwest hevdîtinên bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re pêk tên di nava şert û mercên wekhev û ewlehiyê de pêk bên û wiha got: "Heta niha li gel hemû operasyonên dewletê PKK'ê 7 caran agirbest îlan kir. Li gel hemû operasyonan dîsa PKK'ê aştî xwest. Ger ku em aştiyê bixwazin nayê wateya ku me dest ji têkoşînê berdaye.
Meclisa Jinan a Bajarê Amedê bi şîara "Em bi rêxistinbûnê di ber xwe bidnin, bi berxwedanê azad bibin" 3'enîn Konferansa xwe pêk anî. Konferansê li Salona Vedat Aydin ya Rêxistina BDP'ê ya Amedê bi rêzgirtinê destpê kir. Konferans diyarî Sazûmankara PKK'ê Sakine Cansiz, Nûnera KNK'ê ya Parîsê Fîdan Dogan û Endama Tevgera Ciwanan Leyla Şaylemez ku li parîsê hatin qetilkirin kir. Parlamentera BDP'ê ya Amedê Emîne Ayna, endamên meclîsa BDP'ê, endamên meclîsên şaredariyê yên jin û gelek kesên din amade bûn.
Li salona konferansê wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankarta "Azadiya te Azadiya me ye" û "Vîna Çareseriyê Rêber Apo ye" û "Yên dîrok afirandin Şehîdên me ne" hatin vekirin. Dîsa wêneyên 14 gerîlayên HPG'ê û wêneyên Cansiz, Dogan û Şaylemez hatin daliqandin. Gelek beşdarên konferansê bi cilên xwe yên neteweyî tevlî konferansê bûn. Ewil Hevseroka BDP'ê ya Amedê Zubeyde Zumrut axivî û diyar kir ku, li ser jina Kurd polîtîkayek qirêj tê meşandin. Zumrut anî ziman ku, jina Kurd a têkoşer her tim dibe hedef û mînaka vê yekê jî 3 jinên siyasetmedar ên kurd ku li Parîsê hatin qetilkirinin.
'NE RUH BI SERÊ XWE Û NE JÎ MADDE BI SERÊ XWE NABE'
Di konferansê de Parlamentera BDP'ê ya Amedê Emine Ayna jî axivî û wiha got: "Serokwezîr Erdogan dibêje me pirsgirêk çareser kir. Çawa çareser kir? Di jiyanê de tiştekî tune be çênabe. Ne ruh bi tena serê xwe heye û ne jî madde. Li Kurdistanê ji bo gel hebe divê nasnameya gelê kurd bê qebûlkirin. Erdogan dibêje 'Em li Îmrahiyê hevdîtinê dikin'
Lê em encama hevdîtinan dişopînin. Me got bila bi Birêz Ocalan re hevdîtinên wekhev pêk bên. Me xwest di nava şert û mercên baş û ewlehiyê de û hevdîtinên aşkere pêk bên. Yek serdest û yek dîlgirtî çênabe. Divê şert û mercên herdu aliyan wekî hev be. Gelê Kurd ji bo mafê xwe yê siyasî û neteweyî têkoşînê dide. Heta ku mafê gelê Kurd ê siyasî û neteweyî neyê naskirin, gelê Kurd dê têkoşîna xwe berdewam bike."
‘PKK’Ê 7 CARAN AGIRBESTA YEK ALÎ ÎLAN KIR’
Elçi gotina siyasetmedarê kurd Şerafettin Elçî ya "Pirsgirêka ewlehiya me heye ne ya wan jî bibîr xist û wiha berdewam kir: "Dema me darbestên cenazeyên zarokên xwe hilgirtin jî me dîsa got aştî. Dema me cenazeyên 3 rêhevalên xwe yên Parîsê hilgirtin jî dîsa me got aştî. Me hêrsa xwe veşart. Me dîsa got aştî. Hêj dewlet operasyonan pêk tîne. Li gel hemû operasyonan PKK'ê 7 caran agirbesta yek alî îlan kir. Di agirbestan de dîsa operasyonên leşkerî berdewam kir. Divê êdî dest ji polîtîkayên înkar û perçekirinê berde. Kesen bi feraseta perçekirinê tev digerin Kurdistan kirin 4 perçe. Kî perçe dike diyare. Kesên perçekar kîne? Îngîlîstan DYA û ev hêz bi xwe ne. Kurdistan perçe kirin, lê kurd perçe nekirin. Gelê Rojava têkoşîna nasnameya xwe dide Her çend sînoran lêxin jî nikarin kurdan perçe bikin û Kurd dê yekîtî û tifaqiya xwe xurttir bikin. Mafê kurdan tê binpêkirin û desteserkirin. Êdî kurd vê yekê qebûl nakin û dê têkoşîna xwe berdewam bikin.
Konferans bi mijara rêxistinbunê ji çapemeniyê re girtî berdewam dike.