Ayna: Ji bo pêşketina muzakereyan pêwîste Ocalan azad be

Ayna: Ji bo pêşketina muzakereyan pêwîste Ocalan azad be

Parlamentera BDP'e ya Amedê Emîne Ayna di 5'emîn Lijneya Giştî ya TUHAD-FED'e de diyar kir ku hevdîtinên li Îmraliyê tên kirin ne muzakere ne û ji bo muzakere pêk bên divê şertên azadiya Ocalan pêş bikevin. Ayna xwest ji bo muzakere pêş bikevin pêwîste Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe.
Konfederasyona Komeleyên Piştevaniya Girtiyan (TUHAD-FED) 5'emîn Lijneya Giştî li Salona Resepsiyonê ya Parka Sumerê pêk anî. Di Lijneyê de Endamê Lijneya Koordînasona Kongreya Civaka Demoratîk (KCD) û Parlamentera BDP'e ya Amedê Emîne Ayna, reveberên BDP'ê nûnerên MEYA-DER, Înîsiyatifa Dayîkên Aştiyê KESK û gelek welatiyên din amade bûn. Li salonê pankartên bi kurdî û tirkî yên "Pêşeroja Tirkiyeyê tê gritin ji Ocalan re azadî" "Ne tecrîd azadî, ne şer muzakere" vekirin. Destpêkê dîwan hat hilbijartin û piştre rêz hat girtin. Ewil Endamê Meclîsa Daîmî yê KCD'ê Osman Ozçelik axivî û qetilkirina Şahîn Oner û êrişên li hemberi heyeta HDK'ê şermezar kir.
Piştî Ozçelîk peyama girtiyên PKK û PAJKê hat xwendin. Piştre sînevîzyona ku ji dîmên Zindana Amedê yên Pêşengên PKK'ê Kemal Pîr, Xeyrî Durmuş, Mazlûm Dogan û Rêbere Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk dihat hat pêşandan. Sînevîzyon li ser piyan hat pêşwazîkin.
Seroka Giştî ya TUHAD-FED'ê Zubeyde Teker diyar kir ku, sala par girtiyan ji bo mafê gelê Kurd bixwazin û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rabe dest bi çalakiya girevê kirin û ji bo aştiyek mayinde û çareseriyê divê Azadiya Ocalan pêk bê. Teker anî ziman ku, êdî gelê Kurd gavan bi paşve navêje û dê heta dawî di rêça Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de meş û têkoşina xwe berdewam bike. Teker diyar kir ku, dê ji bo azadiya Ocalan li qadan bin.
‘JI BO AŞTÎ Û MUZAKEREYAN PÊWÎSTE OCALAN AZAD BE’
Parlamentera BDP'e ya Amedê Emîne Ayna jî diyar kir ku, hevdîtinên li Îmraliyê tên kirin ne muzakere ne û ji bo muzakere pêk bên divê şertên azadiya Ocalan pêş bikevin. Ayna xwest ji bo muzakere pêş bikevin Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad bibe. Ayna destnîşan kir ku, pêwîste êdî şert û mercên muzakere diyalog pêş bikevin. Piştî axaftinê bi yek lîsteyê ji bo rêveberiyê Zubeyde Teker, Selahattin Kaya, Hasan Îhsan Elyakut, Fatma Gokhan, Mehmet Temîzyuz, Omer Çetinkaya, Havva Ozcan, Roza Sinir Ekmen û Soylan Moray hatin hilbijartin.