Ayna: Komplo di şexsê Ocalan de li dijî tevayî gelê Kurd e
Ayna: Komplo di şexsê Ocalan de li dijî tevayî gelê Kurd e
Ayna: Komplo di şexsê Ocalan de li dijî tevayî gelê Kurd e
Parlementera BDP'ê ya Amedê Emîne Ayna diyar kir ku, komploya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hêj berdewam dike û wiha got: "Pergalê xwest ku bi tecrîda li ser Birêz Ocalan serî jê bike. Lê bi çalakiyên greva birçîbûnê hêm jî be hevdîtinan destpê kir. Heke em bixwazin encamê bigirin divê em tepyekûn bi hêz di nava çalakiyan de bin."
Kongreya Civakî ya Demokratîk (KCD) li avahiya Rêxistina BDP'ê ya Amedê têkildarî anîna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya Tirkiyeyê bi tevlîbûna Parlementera BDP'ê Emîne Ayna panelek li dar xist. Di salona panelê de pankarta wêneyê Abdullah Ocalan li ser a "Azadiya te azadiya me ye" û pankratên "Vîna çareseriyê Rêber Apo ye" û "Yên dîrok afirandin şehîdên me ne" hatin daliqandin. Di salonê de wêneyên 14 gêrîlayên HPG'ê yên Çelê jiyana xwe ji dest dan û wêneyên ji Sazûmankara PKK'ê Sakîne Cansiz, Nûnera KNK'ê ya Parîsê Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên li Parîsê hatin qetilkirin hatin daliqandin.
Piştî rêzgirtinê panelê destpê kir. Pişt re sînevîzyona pêvajoya Îmraliyê vedibêje hate pêşandin. Piştî sînevîzyonê Parlementera BDP'ê Ayna axivî û diyar kir ku, li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan komploya navneteweyî pêk hat û wiha got: "Ev komplo di şexsê Birêz Ocalan de li hemberî gelê Kurd bû. Destûr nedayîna serokekî, li hemberî gelê Kurd peyama 'tu axa we ya hûn xwe li ser biparêzin tuneye' dan."
'BI SER NEKETIN'
Ayna pirsa "Çima li hemberî Birêz Ocalan komplo kirin?" pirsî û wiha axivî: "Taybetmendiya tevgera azadiya Kurd tevgerekî serokatiyê ye. Birêz Abdullah Ocalan di her aliyê xwe de ji azadiyê re xwe hêz kiriye. Hemû jiyana xwe ji azadiyê re da. Taybetmendiya wî ya ji serokên din cuda ji bîlî azadiyê tu tiştên din nexwest. Komplo di sala 1999'an de na ji roja PKK hate avakirin heta niha berdewam dike. Ji ber ku PKK li hemberî 'Projeya cîhana nû' ya DYA'yê bû komplo pêk anîn. Van hêzan her tim xwestin tevgerê parçe bikin û bi dest bixin. Xwestin Birêz Ocalan bavêjin hucreyê û vê yekê pêk bînin. Lê nekarîn serbikevin."
‘DIVÊ GELÊ AMEDÊ BI AWAYEK HÊZ TEVLÎ ÇALAKIYA 15’Ê SIBATÊ BIBE’
Ayna da zanîn ku, komploya li hemberî Ocalan berdewam dike û wiha pê de çû: "Di vê pêvajoyê de ya ket ser milê me, me bi cih neyna. Heke hêj komplo berdewam bike di vê yekê de rola me jî heye. Heke me berpirsyariya xwe bi cih anîba dê niha her tişt cuda ba. Îro bi niyetekî erê an jî na em ji vê yekê re dibin bingeh. Pergalê dît ku em her çarşemê li benda 'Birêz Ocalan dê vê hefteyê çi bêje' bûn. Li ser vê yekê ev 2 salin hevdîtinên Birêz Ocalan asteng kirin. Xwestin bi tecrîdê serî ji bedenê ve jê bike. Lê di encama çalakiyên greva birçîbûnê de kêm jî be hevdîtin pêk hatin. Heke em bixwazin encamê bigirin divê em tepyekûn bi hêz di nava çalakiyan de bin. Ji ber vê yekê divê gelê Amedê bi hêz tevlî çalakiyên 15'ê Sibatê bibe."