Ayşe Gokan: Em ê ji bo vekirIna deriyê sînor yê Kobanê û Efrînê bixebitin
Ayşe Gokan: Em ê ji bo vekirIna deriyê sînor yê Kobanê û Efrînê bixebitin
Ayşe Gokan: Em ê ji bo vekirIna deriyê sînor yê Kobanê û Efrînê bixebitin
Di çarçaveya alîkariyên gelê Bakurê Kurdistanê ji bo Rojavayê Kurdistanê ev cara 4'an alîkarî di deriyê sînor ji Nisêbînê digihêje Qamişloyê. Şaredara Nisêbînê Ayşe Gorkan got: “Em ê ji bo vekirIna deriyê sînor yê Kobanê û Efrînê bixebitin.”
Di çarçava alîkariyên gelê Bakurê Kurdistanê ji bo gelê Rojavayê Kurdistanê, duh di saetên nîvro de alîkarî gihiştin bajarê Qamişloyê. Alîkariyên ku dihate payin ku di saetên sibê de bigihin, bajarê Qamişloyê, ji ber kolana riya di navber Bakur û Rojavayê Kurdistanê de ya ji aliyê hêzên rêjîma Sûriyeyê de alîkarî di saet 14.15 deqeyan de derbasî Qamişloyê bûn.
Ji aliyê Bakurê Kurdistanê Şaredara Nisêbînê Eyşe Gokan, alîkarê Şaredarê Şemrexê Husnî Gol Ayazkaban û Şaredarê Kirêtwîn Zekî Kafak bi wesayitên alîkariyan re derbasî Qamişloyê bûn.
Alîkarî ji aliyê endama Komîteya Alîkariyan a Desteya Bilin a Kurd(DBK) Hember Mihemed, Seroka Meclisa Gel a Qamişlo Remziya Mihemed û alîkarê Seroka Meclisa Gel a Qamişlo Ebdilkerîm Sarûxan û Endamê Komîteya Xizmetan a DBK'ê Cuma Mistefa ve hate wergirtin.
Alîkariyên ku gihiştin bajarê Qamişloyê ji 35 ton madeyên xwarinê mîna ard, şekir, nîsk û şîrê zarokan pêk dihatin.
Şaredara Ayşe Gokan diyar kir alîkariyên gelê Bakurê Kurdistanê wê di demên pêşî de dewam bikin, her wiha Eyşe Gokan da zanîn ku ewê hewl bidin di demên pêş de di deriyê Kobanê re alîkariyan derbas bikin û deriyê Efrîn piştre. Eyşe Gokan diyar kir ku ev deriyên heyî di navbera Bakurê û Rojavayê Kurdistanê ji gelê kurd re bê watene.
Tê payin ku îro carde alîkarî werin Qamişloyê.