Ayten Amed: Êdî zarokên xwe nexin xizmeta pergalê

Ayten Amed: Êdî zarokên xwe nexin xizmeta pergalê

Endama Komîteya Ziman û Perwerdeyê ya KCK Ayten Amed der barê boykota dibistanên li Bakurê Kurdistanê de bang li malbatên Kurd kir ku êdî zarokên xwe nexin xizmeta pergalê. Amed destnîşan kir ku divê jin û ciwan di afirandina pergala alternatîf a perwerdeyê de rola pêşengiyê bileyzin.

Endama Komîteya Ziman û Perwerdeyê ya Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Ayten Amed, li ser biryara boykota dibistanan a li Bakurê Kurdistanê rawestiya û got: “Ev demeke dirêj e mijarên dibistanan û hîndekariya ku ji aliyê pergala Tirkiyê ve li ser zarokên Kurd bi armanca bişaftinê tê birêvebirin di rojeva gelê Kurd de ye. Di heman demê de her sal bi destpêkirina dibistanan re rêzeçalakî an jî hinek biryarên ku ji aliyê rêveberiyê TZPKurdî û Kurdî-Der’an ve tên girtin. Di vê çarçoveyê de perwerde û hindekariya ku ji aliyê komara Tirkiyê ve bi armanca bişaftinê li ser zarokên Kurdan tê birêvebirin tê boykotkirin. Lê belê boykotkirina îsal a gelê Kurd di heman demê de zarokên Kurd li Bakûrê Kurdistanê, wateyeke xwe ya cudatir he ye. Ji ber ku ji aliyê Tevgera Azadiyê ve di vê salê de bi taybetî bi pêşengiya Rêber Apo pêvajoyek hate destpêkirin. Bi destpêkirina pêvajoya perwerdeya 2013-2014’an re gelê Kurd bi pêşengiya TZP’a Kurdistanê, Kurdî-Der’an û BDP’ê pêngavek dane destpêkirin. Ev pêngav, mirov dikare bêje li gorî ruhê vê serdemê ye û di heman demê de daxwaziyên ku di nava vê pêngavê de tên ziman, tên îfade kirin daxwaziyên herî rewa yên gelê Kurd in. Ji ber ku bi salan e di biryargehên bişaftinê de di navendên bişaftinê de zarokên Kurd û gelê Kurd rû bi rûyê qirkirina neteweyî û çandî tê hiştin. Ev pêngav li gorî nêrîna min bi wateyeke din êdî ji vê re gotina bes e; yanî bi ti awayî asîmîlasyon li ser xwe nepêjirandin, daxwaziya xwe ya herî rewa ya ku em bêjin di nava mafên mirovan ên gerdûnî de jî di beşê ku mafê takekesî yan jî mafên takekesî û azadiyan de ji hemû netewe û kêmeneteweyan re hatiye naskirin e. Lê belê ji aliyê dewlet an jî hikumeta AKP’ê ve bi ti awayî heta niha di nava komara Tirkiyê de nehatiye pejirandin. Di heman demê de îfadekirina van daxwaziyan e. Daxwaziyên gelê me ku di vê pêvajoyê de tinîn ziman, bi nav dikin daxwaziyên herî rewa ne. Ji ber ku mafê ziman, perwerde û hindekariyê yên gelekî yên herî xwezayî ne lê belê ev mafa xwezayî jî ji aliyê pergala dagirker ve bi şêweyên cur bi cur, bi siyaseta îmha û înkarkirinê ji gel hatiye girtin. Gelê me îro di vê çarçoveyê de pêngavek daye destpêkirin û dixwaze di çarçoveya têkoşîna azadiyê de xwedî li van mafên xwe derbikeve.”

‘PÊWISTÎ BI PERGALEKE ALTERNATÎF HEYE’

Amed got ku divê tenê çalakiyek an jî kampanyayek têr neyê dîtin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Pêwistî bi hinek amadekariyan heye. Pêşxistina pergaleke alternatîf ya ji pergala heyî re. Eger ti boykot bikî, ya heyî red bikî, lê belê li beranberê wê alternatîfeke te nebe tuyê bikevî valatiyeke pir cidî.  Pêwîstî bi pêşxistina pergaleke taybet, ya ku em dibêjin di çarçoveya konfedaralîzma demokratîk yan jî xweseriya demokratîk de, li gorî taybetmendiyên herêmê perwerdê ya bi vî rengî heye. Li Bakurê Kurdistanê ev demeke dirêj e ji aliyê TZP’a Kurdistanî ve amadekariyên mufredatên perwerdê tên kirin. Bê guman weke KZP’ê ya KCK’ê jî di vê mijarê de alîkarî yan jî tiştê bikeve ser milê me, em di hemû aliyan de amade ne ku wan alîkariyan pêşkeş bikin. Lê li Bakurê Kurdistanê mirov dikare bibêje bi salan e ji bo amadekirina mamostayan, mamosteyên ku bi taybet di derbara rêzimanê Kurdî de (zaravayên Kurmancî û Dimilkî de) amadekariyê pirtûkan tên kirin. Li gel vê amadekariyê bi rastî jî hejmareke zêde mamoste tên gihandin. Û di heman demê de mamosteyên heyî ji bo ku karibin bi zimanê dayikê biranşên xwe, yan jî di branşan de pisporiyekê bidestbixin amadekarî tên kirin. Bê guman tenê bi van ve xwe sînordar hiştin dê têrê neke. Ya herî girîng li Bakurê Kurdistanê destpêkirina pêvajoyeke weke ku niha li Rojavayê Kurdistanê tê birêvebirin e. Weke gava yekemîn digel vekirina dibistanan û amadekirina pirtûkan de pêwîst e hêdî hêdî bi waneyên yan jî dersên bi zimanê Kurdî di nava dibistanan de bêne bicihkirin û pergaleke perwerde weke gava yekemîn pergaleke perwedê di gel zimanê Kurdî bi zimanê Tirkî jî bi her du zimanan zaravayên Kurmancî û Dimilkî û her wiha zimanê Tirkî jî bê birêvebirin. Heta demekê ji bo ku gelê Kurd xwe bigihîne asta perwerde û hindekariyê, bi taybet bi zimanê dayikê.” 

‘DERSA HILBIJARÎ DEWAMA POLÎTÎKAYÊN TUNEKIRINÊ YE’

Amed, bertek nîşanî mijarê weke “kurdî bila bibe dersa hilbijarte” da û di vê mijarê de wiha peyivî: “Ziman ji bo neteweyekê mafê herî xwazayî, yê herî esasî yan jî bi wateyeke din mafê hebûn an jî nebûnê ye. Em ziman bi vî rengî dinirxînin, bidestdigirin. Bi wateyekî din mirov dikare bêje di rêya herî kurt de hebûna gelan an jî neteweyan e. Eger ku tu rabî tiştê ku ewqas jiyanî yê ku çarenûsa te diyar dike, weke netewe, ji aliyê pergaleke serdest ve weke waneyeke hilbijartinê bixe pêşberî te, ev ne tenê berdewamkirina polîtîkayên îmhayê ye di heman demê de henekên xwe bi neteweyekê kirin e.”

‘ZAROKÊ BI FERASETA 'ANDIMIZ' MEZIN BIBE, NIKARE XWEDÎ LI HEBÛNA XWE DERKEVE"

Amed, balkişande ser sondxwarina (andimiz) “ez tirkim” jî û li ser van xalan rawestiya: “Her sibe tu zarokên neteweyekê yan jî yên kêmneteweyan tînî dikî qurbane netweyeke din. Ya rast di wateyeke din de mirov dikare bibêje ev hinekê jî Siyonîzma ku ji aliyê Cihuyan ve tê pêşxistîn ku îro Îsraîl pêşengiya vê dike. Rêbertî dibeje ya Tirkitiya Spî jî faşîzma bi vî rengî bi heman şêwazî mirov dikare bi vî rengî şîrove bike. Tuyê hemû neteweyên din bînî û bikî qurbanê neteweya Tirk. Yanî yê ku li ser vê axê û li ser vê erdnîgariyê serwer em in, em ê hebûna we hemûyan her roj bikin qurbana xwe. Hûn nikarin bibin xwediyê vîn, hûn nikarin bibin xwediyê azadî, hûn nikarin bibin xwediyê maf. Dema ku zarok jî di emrekî ewqas biçûk de ev hişmendî li ser zarok ferz kirin, gotinek heye dibêje miskîn, êdî mest dibe êdî nikare xwedî li xwe derkeve. Zarokekî/ê di wî emrî de li ser vê ferasetê, li ser vê hişmendiyê eger hate gihandin êdî nikare xwedî li hebûna xwe derkeve. Eger têkoşîna tevgera azadiyê nebûna ne mimkûn bû ku îro zarokên Kurd li îradeya xwe xwedî derkevin, li zimanê xwe û çanda xwe xwedî derkevin. Eger ev nebûna îro li Bakurê Kurdistanê Kurd û Kurdinî niha ji zû ve hatibû ji bîrkirin, çand û zimanê Kurd nemabana.’’

‘ÊDÎ ZAROKÊN XWE NEXIN XIZMETA PERGALÊ’

Amed ji bo xwedîderketina li ziman bang li jin û ciwanan kir û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Bang li jin û ciwanan dikim ku bi awayekî pir bi hêz li vê pêvajoyê xwedî derbikevin, li vê pêngavê derbikevin û pêşengiya vê pêvajoyê bikin. Di tevahî çalakî û tevahî helwestên ku ji bo vê yekê bên raberkirin de di rêza pêş de cih bigirin û di heman demê de bang li dayik û bavan yan jî malbatan dikim  ku êdî bi rastî jî dev ji wê hişmendiya ku zarokên xwe ber bi xizmetkirina pergalê ve dibin berdin, demeke zûtir bi awayekî lezgîn karibin ji vê hişmendiyê xwe rizgar bikin û bi awayekî pir bi hêz xwedî li pêngava ku ji aliyê TZP’a Kurdistanî û di heman demê de ji aliyê BDP’e ve hatiye destpêkirin ve xwedî derkevin, helwestên xwe li beranberê biryargehên bişaftinê bihêz diyar bikin. Asta xwe ya têkoşînê ku di derbara mafÊ bi zimanê dayikê perwerde û hindekarî bilind bikin. Di pêşxistina pergala perwerdeya alternatîf de roleke pêşeng bilîzin.”