Ayten Kaplan: Ezê bibim dengê bindestan!

Ayten Kaplan: Ezê bibim dengê bindestan!

Ayten Kaplan ku ji Partiya Çep di hilbijaratinên Federal de namzete, ji penaberên herêma NRW deng xwest û got: “Di rewşa ku ez bê hilbijartin de, ez dê bibim dengê kesên xwe nekarin îfade bikin yên bindest.”

Siyasetmedara jin ya kurd Ayten Kaplan ku ji partiya Çep  (Dîe Lînke) li Eyaleta 11’emîn rêzêde namzete.  Hilbijartin di 22’ê îlonê de dê pêk were. Ji hilbijartinan re demek kurt ma û xebat bi lez û bez didome. Kaplan diyar kir ku ger bê hibijartin dê kurd, elewî, ermenî, asurî-suryanî û gelên din biparêze û got: “Li Almanyayê gelek pirsgirêk hene.  Pirsgirêkên penaberiyê, newekheviyê, kar, perwerde û tendurstiyê ne. Divê ev pirsgirêk li Parlamentoya Federal a Almanyayê bê nîqaşkirin.

Em bi namzeta partiya Çep a NRW’ê Ayten Kaplan der barê hilbijartinê û nêzîkatiya Almanyayê ya li dijî kurdan axivîn.

Kaplan da zanîn ku heta niha gelek hevalên wê yên kurd di nava siyasetê de cih girtine û got yek ji van Feleknas Uca, Cansu Ozdemîr û çendên din. Kaplan wiha got: “Ligel kêmasiyan xebatên gelek girîng meşandin û hêj dimeşînin. Li gorî min divê siyasetmedarên kurd di nava partiyên Alman de cih bigirin û daxwazên xwe bînin ziman. Li vî welatî nêzî mîlyonek kurd dijîn. Ev hejmarek ne kême. Ev îrade divê temsiliya wê li parlamnetoyê hebe. Ji ber vê biryarek wisa derket.

Kaplan destnîşan kir ku dema xebatên rêxistin a civaka sivîl meşandiye, bi gelek partiyên siyasî re hevdîtin kiriye û di nava van partiyan de ya herî baş Partiya Çep (Die Linke) û wiha pê de çû: “Ji ber ku ev partî pirsgirêkên bidest, mêtînger û penaberan baş dianî ziman. Vê partiyê ev pirsgirêk birin rojevê.  Ji ber vê min biryar da ku ez di vê partiyê de cih bigirim. Ev biryar îro nehatiye girtin. Ez ji 1999’an de endamê wê me û xebatkara wê me.

EM TIŞTÊN RAST DIPARÊZIN

Kaplan balkişand ser rexneyên li ser partiya wan yên wekê ku Partiya Çep ji bo bêedeletiyê nabe bersiv û got: “Ez bawer nakim. Partiya Çep bi salne li dijî neheqiyan têkoşînê dide. Vê di her platformê de tîne ziman.  Ji ber vê partiya Yektiiya Xiristiyanên Demokrat (CDU), Yekitî 90/Keskan, Partiya Demokratîk a Hur (FDP) me partiya Çep bi hinceta ku em ‘sloganîkin’ sûcdar dike. Lê niha îro tiştên ku me berê dixwest ew jî dixwazin. Bi vî awayî propagandaya hilbijartinê dikin. Lê beriya 3 mehan kesî wisa nedifikirî. Ev jî nîşan dide ku em tiştên rast diparêzin.”

Kaplan da zanîn ku gel jî bertek nîşanê van polîtîkayên partiyên din yên hilbijartinê didin û got: “Ev bi awayekî cidî nayê dîtin lê pêl bi pêl xwe bi rêxistin dikin. Ji bo pêşî li vê bigire polîtîkatiyên neo-lîberal dikin dewrê. Bi gotinên wekê ‘Emê neheqiyê ji holê rabikin, di fîrmayên taşeron de emê sererastkirinê bikin’ derdikevin pêşberî gel.”

DAXWAZÊN SEREKE

Kaplan balkişand ser daxwazên sereke yên Partiya Çep û wiha dirêjî da axaftina xwe: “ Esasa yekemîn ev eku li dijî binpêkirina mafan têkoşîn bê dayîn. Her wiha em dixwazin di qada kar, tenduristî û perwerdê de sererastkirin bê kirin. Tenduristî her diçe bi pere tê kirin. Qada perwerdê hevsendiya wê nîne. Di kîrayan bûhabûn heye.  Welatî bi heqdestekî pir kêm dixebitin. Nekarin debara xwe bikin. Ji hewzên soberiyê bigirin heta pirtûkxaneyan, li bajar her qadên civakî tên girtin. Navendên ciwanan jî tên girtin. Divê dawî li van bên û şaredarî bi hêztir bin. Divê firotina çekan bê rawestandin û her wiha maşê teqawitan herî kêm bibe 1050 lîra.”

DIVÊ PENABER XWE BI RÊXISTIN BIKIN

Kaplan di berdewamiya axaftina xwe de bilêv kir ku Almanya her tim dibêje, ew welatekî  penaberi lê vê bi qanûnan vala derdixîne û got: “Bi polîtîkayên xwe yên entegrasyonê asîmîlasyonê pêk tîne. Newekheviyê li ser penaberan pêk tînin. Ji ber vê penaber pirsgirêkên mezin dijîn.  Lê li gorî Partiya Çep, Almanya welatekî penabere. Polîtîkayên xwe jî wisa dimeşîne. Li gorî Partiya Çep jiyana penaberên vir dewlemendiya çandiye. divê hev û din fêm bikin û têkoşîna vê jî didin. Divê ev penaberên vir li mafê xwe bigerin. Divê bibine endamên partiyên siyasî û rêxistin bikin. Ancax bi vî awayî dê pirsgirêkan çareser bikin.”

Kaplan anî ziman ku çapemeniya Alman kurdan krîmînalîze dike û got: “Li cihekî wek Tirkiyeyê hewayek erênî heye lê Almanya hêj cuda li kurdan dinêre û kurdan fêm nake û wê mekanîzmayê venake. Pêşdaraz heye. Divê ev nêzîkatî biguhere.

Kaplan li ser pirseke ku ‘li Almanyayê zext zêdene, siyasetmedar tên girtin û rexneyên wekê partiya Çep bertekê nîşanê vê nade’ jî wiha got: “ Ligel kêmasiyan me gelek tişt kirin. Bi taybet di salên 90’î de heta niha em bi pirsgirêka kurd re eleqer dibin.  Em li dijî zext û şîdeta li hemberî êrîşên li ser kurdan seninin. Me bi daxuyaniyan ev şermezar kir. Me pêşnûme da parlamentoyê.”

Kaplan di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Li Almanyayê pirsgirêka kurd heye. Polîtîkayên cuda li hemberî kurdan tê meşandin. Ger ez bêm hilbijartin ezê ji bo mafê wan têbikoşim. Ji bo pirsgirêka nasname û ziman çareser bibe ezê hewl bidim.  Li Almanyayê mîlyonek kurd hene. Lê wek kurd nayên nasîn.  Em dixwazin kurd, wek kurdan bê nasîn. Ji bilî kurdan komên cuda jî hene. Ermenî, suyanî,asurî, laz û çerkez hene. Pirsgirêkên van jî hene. Ezê van pisgirêkan bibim platformê.

AYTEN KAPLAN KÎ YE?

Kaplan ji Kureçîk a Meletiyê ye û di sala 1970’ê de  li Meletiyê ji dayik bûye. Di sala 1970’ê de  wek malbatek karkar çûn Almanyayê û di temenê biçûk de tevli siyasetê bû. Kaplan di komeleyên kurd de   xebitî û di Federasyona Komeleyên Kurd a Almanyayê de rêveberî kir. Her wiha rêveberiya Boruya CENÎ jî kir. Ji sala 1999’an heta niha endamê Partiya Çep e û di heman demê de  hevseroka teşkîlata Gelsenkirchene.