Ayten Kaplan li Bîelefeld’ê deng xwestin
Ayten Kaplan li Bîelefeld’ê deng xwestin
Ayten Kaplan li Bîelefeld’ê deng xwestin
Namzeta hevpar a Kurdan Ayten Kaplan ji bo hilbijartinên Meclîsa Federal li Elmanya ku di 22’ê Îlonê de pêk were xebatên xwe bi hêzek mezin berdewam dike. Kaplan li Komeleya Kurdan a li bajarê Bielefeld civînek pêk anî û ji bo hilbijartinê deng xwest.
Siyasetmedara jin a Kurd Ayten Kaplan ku namzeta Partiya Çep (Die Linke) ya Herêma Bakurê Ren-Westfalya (NRW) hîna hefteyek ji hilbijartinên Elmanya re mayî, lez da xebatên xwe. Kaplan di serdana saziyên li Bîelefeld de civînek ji kurdên ku li wir kom bûn re lidar xist. Parêzer Aysel Ozturk, Hevserokê YEK-KOM Yuksel Koç, parlementera Partiya Çep Înge Hoger, parlementerê berê yê herêma NRW Alî Atalan, namzetê Partiya Çep Frankf Schwarzer, nûnerê Civaka Îslamiya Kurdistanê Nizamettin Toguç û ji Meclîsa Halm a Bîelefeld Vakkas Sabanci beşdarî civînê bûn. Kaplan ku di civînê de axivî, di destpêkê de xwe da nasîn û piştre jî ji bo dengdana Partiya Çep ku di parlementoya federal de nunertiya kurdan bike bangewazî kir. Înge Hoger jî diyarkir ku li Elmanya di serî de kurd û hemû penaberên hene tenê Partiya Çep mafê wan diparêze û alîkarî jê re xwest.
Hevserokê YEK-KOM’ê Yuksel Koç jî wiha got: “ Namzeta me Ayten Kapla ne. Ji bo ku Kaplan bi serbikeve pêwiste hemû kes hewil bide. Li vir ji milyonekê zêdetir kurd dijîn. Lê yek nunertiya me jî nîne. Ev ji bo me kêmaniyekî mezine. Lê dema di aliyê din de temaşe bikin ew hêza me heye. Çima em vêna bi kar neyînin. ji bo ku Ayten Kaplan derbikeve pêwiste hemû kes di 22’ê Îlonê de deng bide.” Di axaftinên ku Nizammettin Toguç û Vakkas Sabanci kirin de jî bangewaziya ji bo Ayten Kaplan bi ser bikeve pêwiste hemû kes dengê xwe biden hat kirin.