Azadî li ser xaka Rojava ye!

Azadî li ser xaka Rojava ye!

Polîtîkayên sarkirina gelê Rojava ji şoreşê û koçberkirina wan, bi rê û rêbazên berfireh tên meşandin. Yên beriya niha koçî Tirkiyê kirin, dema behsa kedxwarî û îstîsmara li dijî xwe kirin anîn ziman ku vekirina sînor ji koçberan re, polîtîkayeke taybet e.

Yek ji wan ciwanên ku beriya 9 mehan bi propaganda kar heye, cih heye, jiyana hûn hêvî dikin heye xapiya û çû Tirkiyê Abdûrrahman Abdo ye. Abdo yê 21 salî, rêwîtiya xwe ya derketina ji Cinderesê û dawîbûna li Stenbolê weha vedibêje: "Ji bo min û ciwanên mîna min bişîne Stenbolê, li gundê Hamamê kesekî bi navê Mûhammed hebû. Li wê derê tevnek hebû ku ciwan derbasî Tirkiyê dikir. Ji bo derbas bikin serê her kesekî 25 hezar pereyê Sûriyê distend. Her yek ji me 25 hezar da û derbas bû. Li otogarê li yekî li Stenbolê digeriya û jê re digot; em ji we re bişînin. Li otogarê kesekî bi navê Eyup em pêşwazî kirin. Dûre em birin cihekî ku em piştre navê wê hîn bû ku Bagcilar e. Ji xwe em pênc kes bûn. Eyup em dibirin atolyeyan û em li wir difirot. Serê her yek ji me 250 lîre distend û em difrotin. Min carekê xwe weke pez hîs kir. Ji xwe ya rast û ya bi serê me hatibû jî ew bû."

MÎNA KOLEYAN DIFIROTIN Û DIDAN XEBITANDIN

Abdo da xuyakirin ku yên ew ji Rojava sar dikirin digotin, cihê hûnê biçin ti pirsgirêkên xwarin vexwarinê, pirsgirêka bicih bûnê nîne. Abdo diyar kir ku gava ew hatin Stenbolê wan dîtin ku tiştê ji wan re hatiye gotin hemû derew in û mîna koleyan hatine xebitandin. Abdo anî ziman ku diviyabû cihê wî lê kar dikir 1500 TL bigirta lê bi tenê 500 TL jê re hatiye dayîn û got, "Tenê mafekî me hebû, ew jî xebateke mîna koleyan bû. Ji xwe ti nêzîkatiyeke mirovane nedihat nîşandan. Em şev û roj dixebitîn. Bi tenê di dema xwarinê de me hinekî dikarîbû bêhna xwe vedin. Qedexe bû em bi hev re biaxivin, bi hev re rûnên û çayekê vexwin. Min digot qey em li kampeke komkirinê ne. Lê sûc ne yê wan e, sûc yê me ye ku em bi propaganda reşkirinê xapiyan û çûn. Ji ber ve yekê ez bi tenê ji xwe hêrs dibim."

Abdo ragihand ku bi dehan ciwanên ew nas dike, tevî ku 7 mehan xebitîn jî bi qurişek pere jî nestendine û got, "Mîna koleyan tên xebitandin. Û dîl tên girtin. Bi tenê ji vê derê pênc ciwan ez dinasim ku heft mehan xebitîn lê qurişek pere nestendin. Yanî hin kes hene bixwazin vegerin jî, heqê (pere) vegera wan tineye."

BI TENÊ KARÎ 3 ROJAN BIMÎNE

Yek ji ciwanên ku bi propaganda valakirina Rojava xapiya û çû Stenbolê Dilo Omer ê ji Cindresiyê ye. Dilo Omer jî ji bo biçe Stenbolê beriya du mehan ket ser rê. Dilo Omer çîroka xwe ya derketina ji Cindirêsê weha tîne ziman: "Beriya du mehan ji bo biçin, em ketin ser rê. Li gundê Hamamê kesekî bi navê Reşît em derbas kir. Serê her kesê derbas dikir 25 hezar pereyê Sûriyê digirt. Li wê derê em birin gundê Araba. Em ji gundê Araba derbasî Kirikhan, ji wê derê çûn Hatay û ji Hatayê jî derbasî Stenbolê bûn. Lê li her cihên em tê re derbas dibûn yekî me pêşwazî dikir û bêyî otobusê bisekinîne siwar dikir û dişand. Talihê em gihanştin Stenbolê. Li otogarê kesekî bi navê Mehmet Nûr em pêşwazî kir. Em bir atolyeyekê. Min rewşa li wê derê û jiyana wan mirovan dît û min ji xwe re got, "ez nikarim li vir bimînim". Ji ber vê yekê bi tenê karîbûm 2 rojan bimînim. Ji ber ku tenê 2 rojan mam, ne nezanî navê atolyeyê, navê xwediyê wê çiye. Lê hîm bûm ku navên birayên xwediyê atolyeyê Selahattîn û Salîh e. Li wan deran bi tenê 3 rojan karî bisekinim û yekser vegeriyam ser axa xwe."

ÇAWA HATIM TEVLÎ YPG'Ê BÛM

Dilo Omer piştî sê rojan li Stenbolê ma, vegeriya mala xwe ya li Cindiresê. Çawa hat tevlî refên YPG'ê bû û ji bo parastina şoreşê dest bi kar kir. Omer diyar dike ku ji bo di eniya herî pêş a şer de cih bigire ew tevlî refên YPG'ê bûye û tevî vê yekê li atolyeyeke li Cindiresê ji xwe re kar dîtiye û debara xwe pê dike. Omer da xuyakirin ku wî li Stenbolê bi awayekî zelal dîtiye ku polîtîkaya koçberkirina ciwanên Kurdan a ji aliyê Tirkiyê ve tê meşandin, ji bo valakiriya Rojava ye. Omer got, "Dema em derbasî Tirkiyê bûn ti pirsgirêk dernexistin. Lê belê dema em ji wir derbasî welatê xwe dibûn, bi hezaran pirsgirêk derxistin. Ev yek jî polîtîkayên wan nîşan dide. Her weha destûrê nadin alavên alîkariyê ji bo mirovên me ji sînor werin derbaskirin. Lê belê ji bo em axa xwe vala bikin, seranserê sînor vedikin."

JI STENBOLÊ DIGERIN Û CIWANAN KOÇBER DIKIN

Yek ji ciwanên Kurd ên çûn heta Stenbolê û vegeriyan bavê sê zarokan Mûhammed Xêr e. Mûhammed Xêr da xuaykirin ku ji bo derbasî Tirkiyê bibe kesekî bi navê Mûstafa yê ew wî nas nake, bi telefonê ji Stenbolê lê geriyaye. Xêr anî ziman ku ev kesê bi navê Mûstafa jê re gotiye wan atolyeyeke nû vekirine, lewma xebatkar lazime, pirsgirêkên mayîn, av, vexwarinê nîne û di vî warî weha peyivî: "Bi du ciwanan re em çûn. Di roja destpêkê de me fêm kirin ku Mûstafa em xapandiye û anîne. Ji ber vê yekê tevî herdu hevalên li cem xwe, rojek piştre em vegeriyan. Ji ber ku ne cihê em lê bimîne hebû, ne jî derfetên xwarin û vexwarinê. Ji bo me mîna koleyan bide xebitandin, em biribûn. Ji ber vê yekê hevalên min vegeriyan. Ez jî neçar mam meh û nîvekê bimînim û piştre ji bo zarokên xwe vegeriyam. Û ji xwe re dibêjim; êdî ez ji birçîbûna bimirim jî ezê li ser erdê xwe bimirim. Ezê ti carî ji vê derê dernekevim."

HER DER WEKE HEV E, CIHÊKARÎ HEYE

Yek ji ciwanên ku bi hevalên Mûhammed Xêr û Abdo Hemo re hat û piştî rojekê vegeriya Mûhammed Osman e. Osman diyar kir ku ya ew pê êşiya jî, zilma ji destê Kurdan bû. Osman anî ziman ku li Stenbolê ew rastî cihêkariyeke xerab hatine û vê yekê zor daye wî. Osman çîroka xwe weha vegot: "Li vê derê propaganda kirin û ji me re gotin; li vir av tineye, elektrîk tineye, mazot tineye, nan tineye û xwestin me ji vê derê derxînin. Ya rast ev pirsgirêk herî kêm li ser axa me ye. Ji ber ku hînê şer nehatiye axa me. Tevî hemû êrîşan jî şervanên YPG û YPJ'ê li ber xwe didin û nahêlin şer têkeve axa me. Lê li Reqa, Drezor, Heleb, Hama û Hûmûsê mirov bi rojan avê, nan nabînin. Lê mîna ku bi tenê pirsgirêka me ya di vî warî de heye, tê nîşandan. Yê ku vê dikin jî Kurd in. Yên ku ev propagadan reş kirin ew kesên dixwestin me ji şoreş û saziyên me sar bikin e. Em bi van propagandayan xapiyan û çûn. Ji me re gotin, ew mehê 2000 TL didin Tirk an jî Kurdên li wê derê, ewê nîvê vî heqdestî bidin wan. Me jî got em naxebitin û em vegeriyan. Û emê careke din bi gotinên derew ên ti kesî nexapin û neçin. Eger êrîşan destpê kirin emê rahêjin çeka xwe û li ber xwe bidin. Dema êrîş qediyan jî emê bixebitin û debara mala xwe bikin."

MIN ATOLYEYA XWE LI VIR AVA KIR

Yek ji Kurdên bi propagandayê xapiya, çû Tirkiyê û piştî sê rojan vegeriya Abdo Kemal Osman ê zewicî û bavê du zarokan e. Abdo Kemal Osman berê li Helebê bû û xwedî atolyeya dirûnê bû. Piştî ku hêzên dewletê êrîşî taxê kirin neçar ma koç bike û hat Cindiresê. Çawa hat ji xwe re atolye vekir. Lê belê wî jî xwe nekarî li hemberî propagandayan biparêze û ket ser rêya Stenbolê. Osman dibêje axa herkesî bi herkesî xweş e û weha behsa serpêhatiya xwe dike: "Ez çûm, min dît lê nekarî bimînim. Stenbol cihekî xweş e, lê ji xwediyên xwe re xweş e. Ne ji me re. Ji ber ku ew der ne axa me ye. Bi xerîbiya xwe ya li wê derê min fêm kir ku axa me û welatê me ev der e. Ez jî li ber pêlekê ketim û çûm. Lê nekarî bimînim. Cihê ku mirov karibe lê bijî, ew der welatê wî ye. Cihê ku axa wî lê ye, gora bav û kalên wî lê ye, welatê wî-ê ye. Niha eger hin mirovên me yên çûne li wir xwedê neke bimire, wê li ku werin veşartin. Wê cih nebînin ji bo wan veşêrin."

PÊŞÎ LI ÇÛYÎNA CIWANAN VEDIKIN

Abdo Kemal Osman da xuyakirin ku ewê ji niha û pê ve bi ti tiştî nexape û xaka xwe neterikîne û ji bo ciwan jî neçin çi ji destê wî were ewê bike. Osman diyar kir ku bi taybetî ji bo YPG were qelskirin, pêşî li ciwanan tê vekirin ku derbasî Tirkiyê bibin û got, "Bi tenê armaneke wan heye. Bi dîtina min êdî ti Kurd an jî ti Rojavayî nemane ku fêm nekirine çima deriyên sînor li çûyîna ciwanan vedikin. Bi tenê armanceke wan heye; dûrxistina ciwanan ji şer û berxwedanê ye. Bi vî rengî dixwazin şoreşa me lawaz bikin û hesabên xwe bicih bînin. Ji mirovên welatê xwe neterikandine re zêde tiştekî nabêjim. Bi tenê dibêjim bila bi kesî nexapin. Jiyan û azadî ne li wir e. Li vê derê li ser axa me, li ser welatê me ye. Rizgarî bi revê nabe, rizgarî mayîna li vê derê û berxwedane. Lê yên koç kirine piraniya wan ev rastî dîtine û wê di demeke kurt de vegerin."