Bahoz Erdal: Di dibistanên cemaeta Gulen ciwanên Kurd tên bişaftin

Bahoz Erdal: Di dibistanên cemaeta Gulen ciwanên Kurd tên bişaftin

Di bernameya ‘Orumcek Agi’ ku di Nûçe TV’de tê weşandin de polîtîkayên şer ên dewleta tirk careke din deşîfre bûn. Ji îfadeyên vebêjeran diyar dibe ku ciwan pêşî tên xistin û paşî jî tên sîxurkirin. Di bernameyê de Bahoz Erdal da diyarkirin ku, “Di dersxaneyên cemaeta Gulen de ciwanên Kurd tên bişaftin. Bi vê yekê jî dixwazin ku ciwanên Kurd ji nasnameya wan a Kurd  û ji dîroka wan a bi hezar salan dûr bixin." Erdal diyar kir ku li hember vê yekê divê malbat, rêxistinên sivîl û rêxistinên jin û ciwanan hişyar bin û divê van polîtîkayên dewleta dagirker a tirk deşîfre bikin.

Herî dawî ev polîtîkayên qirêj a dewleta tirk ku ji aliyê Tevgera Azadiya Kurd ve hatibû deşîfre kirin di bernameya ‘Orumcek Agi’ a ku di Nûçe TV’de tê weşandin de derket holê. Di bernameyê de ciwanên Kurd ji aliyê dewletê û cemaeta Gulen ve tên xapandin û li hemberî Tevgera Azadiya Kurd û gelê Kurd wekî sixûr tên bikaranîn.

DIVÊ HER KES HIŞYAR BE

Der barê vê mijarê de yek ji Fermandarê HPG’ê Bahoz Erdal polîtîkayên qirêj ên dewleta dagirker wiha nirxand: “Di dersxaneyên cemaeta Gulen de ciwanên Kurd tên bişaftin. Bi vê yekê jî dixwazin ku ciwanên Kurd ji nasnameya wan a Kurd  û ji dîroka wan a bi hezar salan dûr bixin.” Erdal diyar kir ku li hember vê yekê divê malbat, rêxistinên sivîl û rêxistinên jin û ciwanan hişyar bin û divê van polîtîkayên dewleta dagirker a tirk deşîfre bikin.

ÊRÎŞA ÇANDÎ

Erdal der barê polîtîkayên dewleta dagirker a tirk de jî axivî û ev tişt got: “Dema mirov dîroka komara tirk fêm neke û dîroka Kurdistanê fêm neke mirov nikare polîtîkayên dewleta tirk ên li Kurdistanê dimeşîne fêm bike. Komara tirk li ser înkarkirina gelên din hatiye damezirandin. Ev polîtîkayên wan ên înkarkirinê di roja me ya îro de li ber çav e.  Ev polîtîka ji damezrandina komara tirk heta roja me ya îro xwe bi awayekî berbiçav daye nîşandan.”

Erdal diyar kir ku gelê kurd li hemberî van polîtîkayan hem di qadên siyasî de, hem di qadên leşkerî de û hem jî bi hêza xwe xwe dane îsbatkirin û wiha got: “Bi awayeke aşkera xuyaye ku artêşa tirk di aliyê leşkerî de nikare gelê kurd tune bike. Encax di aliyê çandî, ziman û parastina nirxan de em hinek qels man. Wekî ku Rêber Apo îfade dike, êrîşa herî bi talûke êrîşa çandî ye. Li hemberî vê jî dema AKP hat ser îqtîdarê herî pêşî gelê kurd ji xwe re kir hedef û polîtîkayên qirêj da meşandin. Hêviya dewleta tirk ew e ku yekitiya gelê kurd bişkîne.”

KAMPANYAYÊN BIŞAFTINÊ

Erdal destnîşan kir ku ji bo  gelê kurd û ciwanên kurd qetil bikin qereqolan çêdikin û ev tişt got: “Ji bo ku kurdan ji zimanê wan dûr bikin kampanyayan dan destpêkirin. Kampanya bi navê; “Haydê keçikno biçin dibistanê…” Lewre li Kurdistanê jinên kurd kurdîtiya xwe diparêzin. Zarokên kurd bi kurdî diaxivin, lê belê bi van kampanyayan dixwazin ku li navendên bişaftinê (dibistanan…) zarokên kurd ji zimanê wan dûr bixin. Ev polîtîka herî zêde jî li ser keçên kurd tên meşandin.” Erdal bi lêv kir ku mijareke din a bişaftinê jî dersxaneyên cemaeta Gulen in û wiha pêde çû: “Armanca dersxaneyên cemaeta Gulen ew e ku ciwanên kurd ji kurdîtiyê dûr bixin. Di bin navê xwendinê de zarokên kurd dikin polîs, endamên dewletê û kesên sixur. Bi vê yekê re jî wan dikin nava karên qirêj.”

HERÊMÊN SERHILDÊR

 Der barê polîtîkayên qirêj ên dewletê de ku li ser kîjan herêmê zêde tê meşandin de Erdal axivî û wiha got: “Di kîjan herêmê de serhildan û têkoşîn pêş ketibe, dewleta tirk a dagirker polîtîkayên xwe li wir dide meşandin. Wekî mînak; Colemêrg. Hedefa yekem a dewletê Colemerg e. Çima? Lewre di salên çûyî de û niha Colemêrg û navçeya wê Gever bo serhilanan pêşengtiyê kirine. Cihê ku herî zêde çalakî çêdibin ew der in. Ji bilî wan Êlih, Amed, Şirnex û navçeyên wê Cizîr, Silopî rastî êrîşên dewleta dagirker hatine. Bi giştî li her deverên Kurdistanê polîtîkayên qirêj tên meşandin, lê herî zêde jî deverên ku pêşengiyê ji  serhildanan re dikin rastî polîtî kayên dewleta dagirker a tirk tên.”...

POLÎTÎKAYÊN DEWLETA DAGIRKER ÊN SÎXURTIYÊ

Der barê polîtîkayên sixurtiyê yên beriya hikûmeta AKP’ê de dihatin meşandin de jî Erdal nêrînên xwe wiha anî ziman: “Ji bo ku me di aliyê leşkerî de tasfiye bikin gelek tişt dan meşandin. Lê belê ev tu encam negirt. Li hemberî wê gelê kurd hişyar bû. Ev polîtîkayên wan berovajî bûn û gelê kurd hîn bêtir xwe nas kir û niha jî bi vê naskirinê li ber xwe dide. Hikûmeta AKP’ê dît ku van polîtîkayên wan hêzê didin kurdan niha jî polîtîkayên xwe guherandine. Wekî demên çûyî polîtîkayên wan ên sixûrtiyê li herêma Kurdistanê hat bêbandorkirin. Berê sixûrên di tax û kolanan de aşkera bûn lê belê niha tu bandora wan tune ye. Encax di roja me ya îro de dixwazin tora îstixbarata xwe bixin dewrê. Ji ber wê jî ji wan re lazim e ku kesekî agahiyan bide wan. Bi taybetî jî aliyên welatparêz, malbatên gerîlayan û malbatên ku keç û zarokên xwe di nava vê têkoşînê de winda kirine ji xwe re kirine hedef. Bi vê yekê du tiştan hedef dikin; yek tolhildan e. Wekî mînak; Malbatekî ku welatparêz be û di nava têkoşînê de çalak be dixwazin wan bi polîtîkayên xwe bixînin û bi vê yekê re jî dixwazin malbatê mexdûr bikin. Ya duyem jî ew e ku; bi riya van malbatan der barê Tevgera Azadiya Kurd de agahî bi destxistine. Ji ber wî jî ev dewleta dagirker a tirk giranî dide ser vê siyaseta sixurtiyê.”

Erdal der barê sixurtiya ku çawa li ser ciwanên kurd de tê meşandin de ev tişt got: “Bi gelemperî xistina ciwanên kurd û bi taybetî jî jinên ciwan bi destê ewlehiya dewletê tên kirin. Navendên xistinê û sixurtiyê herî zêde li dersxaneyên cemaeta Gulen tên kirin. Hinek mirov difikirin ku dema ew zarokên xwe bişînin van dersxaneyên ku girêdayê cemaeta Gulen’in ji rê dernakevin. Li ser vê mijarê mirov dikare ve tiştan bibêje; Hinek malbat ji ber ku xizan in zarokên xwe dişînin cihê wiha. Lê belê cihê ku dişînin zarokên wan dikin sixur. Her wiha dibistanên leylî (YÎBO) jî cihê xistina ciwanan e. Ji bilî van cihê ku ciwan tên xistin dibistanên taybet in (ozel okul) jî. Wekî mînak; niha li Colemêrgê Dibistana Pîşeyî ya Keçan (Kiz Meslek Lîsesî) hatiye vekirin. Van dibistanan cihê xistinê ne. Li Şirnexê jî cihên wiha hene. Sixurtî li cihên wiha tên kirin. Di bin ewlehiya, mamoste û midûr de ev tişt tên kirin. Wekî mînak; ji malbatekî welatparêz keçikeke diçe dibistanê. Ji bo ku ev keçik biçe cihên wisa çi ji destê wan were dikin. Hinek ciwanên kurd hene ku girêdayê polîsan e serserîtî dikin. Wekî mînak; şebekeyeke ku ji ciwanan pêk tê û girêdayê polîsan e li Colemêrgê ne. Tev ji hev cuda tên xuyakirin lê belê bi polîsan ve girêdayî ne. Di nav wan de Dumanan û Sadullah Kiskan jî hene ku serçeteyên wan in.”