Bahoz Erdal: Li dijî polîtîkayên AKP’ê û Gulen şiyar bin

Bahoz Erdal: Li dijî polîtîkayên AKP’ê û Gulen şiyar bin

Bermaneya ‘Orumcek Agi’ ya di Nûçe Tv de tê weşandin careke din polîtîkayên dewleta tirk ên li dijî ciwanên Kurd bi awayekî zelal raxist ber çavan. Fermandarê HPG’ê Bahoz Erdal bang li malbatên kurd kir ku li dijî polîtîkayên AKP’ê û cemaeta Gulen hişyar bin. Fermandar Erdal balkişande ser ku, bitaybet xwe nêzî jinên ciwan dikin.”

Di bernameya ‘Orumcek Agi’ ya ji hêla Rojnameger Erdal Er ve di Nûçe Tv de hat weşandin de, dîsa hemû rêbazên şerê taybet ên dewleta tirk raxist ber çavan. Ji Fermandarên HPG’ê Bahoz Erdal bal kişand ser polîtîkayên dewleta tirk û diyar kir ku divê dê û bav li dijî planên AKP’ê û Fethullah Gulen hişyar bin û xwedî li zarokên xwe derkevin.

Bahoz Erdal diyar kir ku dewlet li dijî gelê kurd polîtîkayên taybet dide meşandin û ji bo ciwanan bixe tora xwe hemû rêbazên dijmirovî bi kar tîne. Erdal diyar kir ku dewlet bi taybetî jinên ciwan hedef digire û ev tişt got: “Di lîseyê de zilam xwe nêzî keçikê dike û jê re dibêje ‘ez ji te pir hez dikim’ û bi vê yekê jî dixwaze wê bikişîne ba xwe. Lê haya jina ciwan ji tiştên ku diqewimin tune ye. Jê re dibêje ‘ez ji te hez dikim.’ Piştî pêre dikeve têkiliyê her tiştî digire kamerayê û bi vî şeklî jî li dijî jina ciwan wekî şantaj bi kar tîne.”

Erdal diyar kir ku polîsên dewletê jina ciwan bi gefa sîxûriyê dikişînin gel xwe û wiha diaxive: “Polîs ji jina ciwan re dibêjin ‘divê tu bi me re bixebitî, heke tu bi me re nexebitî ew tiştên ku me kişandine kamerayê, em ê li ser înternetê biweşînin. Dê malbata te di nava civakê de tehşîr bibe, wê demê dê malbata te, te bikuje.’ Bi vî şeklî ew jina ciwan jî dikeve vê xefikê.”

Fermandarê HPG’ê Erdal destnîşan kir ku ev qonaxa yekemîn e… Qonaxa duyemîn jinên ciwan dikişînin nava fihûşê. Qonaxa sêyemîn wan teslîmê polîsan dikin û wiha pêde çû: “Gava ev jinên ciwan dikevin vê xefikê êdî nikarin ji nava vê xefikê derkevin. Destpêkê malbata xwe difikire, divê bila malbata min di nava civakê de tehşîr nebe, ez carekî ketim nava vî karî, ez dikarim tehemul bikim. Êdî hêdî hêdî wê dikin ajan. Bi vî şêwazî hem ji malbata welatparêz tolê digirin, hem jî bi riya wê jina ciwan der barê xebatên siyasî û leşkerî de agahiyan rêxistinê berhev dikin.”

Erdal di dirêjiya axaftina xwe de bal kişand ser jineke ciwan a ji Colemêrgê jî û ev tişt got: “Ji Colemêrgê jinek ciwan hebû. Malbata wê gelekî welatparêz bû. Malbat ji keça xwe ya ku di dibistanê de ketibû vê xefikê ne agahdar bû. Jina ciwan dixin rewşeke wisa ku êdî der barê bavê xwe de jî agahiyan dide.”

DEST DI AVÊJIN HERÊMÊN PÊŞENGÊN SERHILDANAN

Bahoz Erdal aşkera kir ku heman rêbazî li dijî ciwanên mêr jî bi kar tînin. Erdal diyar dike ku gelek polîs li Colemêrg, Şirnex û Êlihê xwe wekî mamosteyan didin nîşan û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji van gelekên wan jî mamosteyên jin in. Li bajaran û li gundan dersê didin zarokan, an jî karên cuda dikin. Ev hemû polîs in. An mêrekî yan jî malbatekî dikin hedefa xwe, bi riyekî digihîjin wan. Ji kêmasiyên wan feydeyê digirin û wan dixin xefika xwe. Bi heman rêbazî bi wan re dikevin têkiliyê û dikişînin kamerayê, bi vî şeklî wan dikişînin nav xefika xwe ya qirêj. Qaşo AKP û Fethullah Gulen baweriya xwe bi olê û îslamyetê tînin. Lê tiştên li Kurdistanê dikin tu eleqeya wan bi ola îslamê û bi exlaqê îslamê re tune ye.”

XWEKUŞTINÊN JINAN

Erdal bal kişand ser xwekuştinên jinan ên li Êlihê jî û aşkera kir ku divê ev bûyerên xwekuştinê baş bên lêkolînkirin. Erdal bi lêv kir ku heke ev baş bên lêkolînkirin, dê derkeve holê ku sedemên van hemûyan polîsên cemaeta Gulen û AKP’ê ne. Erdal diyar kir ku polîs bi riya mêrên kurd wan jinên ciwan dixe xefika xwe û wiha got: “Bi riya van mêran wan di karên qirêj de didin xebitandin û hê ji karên gelekî xirab bi wan didin kirin. Ev jinên ciwan gelekî ji wan nikarin van karên qirêj tehemul bikin, nikarin ji malbatên xwe re jî bêjin û xwe dikujin.”

Fermadarê HPG’ê Bahoz Erdal destnîşan kir ku di dema tu hikûmetê de bi qasî di dema hikûmeta AKP’ê de zimanê kurdî û çanda kurdî nehatiye texrîbkirin.

Erdal polîtîkayên bêexlaq ên hikûmeta AKP’ê wiha vedibêje: “Armanca wan ew e ku kurdan ji holê rakin, ji civakbûnê derxin. Dewleta AKP’ê û Gulen malbatan dixe hedefa xwe û têkiliyên malbatê serobin dike. Malbatên me jî bi berpirsiyarî tev nagerin. Gelek malbatên me zarokên xwe baş terbiye nakin, ji wan re rê nadin nîşan. Li Kurdistanê gelek malbat gelek zarokan tînin dinyayê û wan zarokên xwe teslîmê dewletê dikin. Ger malbatek zarokê/a xwe bişîne dibistanê, teslîmê dewletê bike, bişîne dibistanên leyliyê (YÎBO) û wan bide pişaftin, bişîne dersxaneyên Fethullahiyan, ev tê wê wateyê ku berxa xwe teslîmê gur kiriye.”

Li ser pirsa gelo berpirsiyariya van ne civak û malbat in jî, Erdal vê bersivê dide: “Hin malbatên me ji bo zarokên wan Tevgera Azadiyê neşopînin û tevli rêxistinê nebin, naxwazin zarokên wan Tv’yên kurdî temaşe bikin. Lê zarok diçin bi tiştên nebaş re mijûl dibin, dikevin nav tora bêexlaqiyê û ji kevneşopiyên me dûr dikevin. Di vir de berpirsiyariya malbatê, dê û bav gelekî mezin e.”

Erdal xebatên saziyên sivîl û bernameyên wan jî rexne kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji bo pêşiya vê bêexlaqiya dewletê bê girtin, divê saziyên ciwanan, rêxistinên jinan, saziyên din ên civakî di nava civakê de hişmendî bidin avakirin, semîneran li dar bixin, civînan li darbixin û agahdariyekî bidin afirandin. Divê bi vê rêbazê mekanîzmayeke parastinê bidin avakirin û li dijî şerê taybet ê dewletê bisekinin.”

Bahoz Erdal aşkera diyar kir ku divê em vê qebûl bikin ku ev tişt qels in û wiha axivî: “Bi taybetî ji hêla rêxistinên civakî yên sivîl ve, ji hêla saziyên ciwanan ve û saziyên di navbera xwendevanan ve, qelsiyek mezin heye. Di navbera ciwanan de di lêgerînê de qelsiyên cidî hene, gelekî dikevin bin bandora pergalê. Pergala kapîtalîzmê ciwanan hê di temenê zarokatiyê de teslîm digire û wan ji civakbûnê dûr dixe.”

Erdal aşkera dike ku di pêşketina zarokan de rola malbatê gelekî girîng e û ev tişt anî ziman: “Divê her malabateke kurdistanî a welatparêz bi berpirsiyariyeke mezin xwedî li zarokên xwe derkeve. Divê zarokên xwe teslîmê van saziyên dewletê neke. Malbateke kurd çawa baweriya xwe bi mudurekî dewletê tîne? Dê çawa baweriya xwe bi dersxaneyên Fethullahiyan bîne? Qey ew gelekî ji kurdan hez dikin ku dibêjin ‘em dê zarokên we bidin xwendin’? Ew ji bo kurdan bihelînin bi vî şeklî nêzîk dibin. Ji bo wê divê teqez malbatên kurd zarokên xwe ji saziyên van dijminan biparêzin. Divê zarokên xwe biparêzin, divê derdora wan lêkolîn bikin û wan bişopînin. Van zarokên 13-14 salî dikin ajan û hemû karên bêexlaq bi wan bidin kirin, ev berpirsiyariya dê û bavan e. Divê ev bê dîtin.”

‘ÇETEYAN TEHŞÎR BIKIN’

Erdal diyar kir ku divê saziyên civakî, bi taybetî saziyên ciwanan xwe hê bi hêztir bi rêxistin bikin û wiha pêde çû: “Li dibistanan dibe, li kuçe û kolanan dibe, divê ev ajan û ‘pêxwasên di nava civakê de’ ji hêla ciwanan ve bên tehşîrkirin, divê ev komên çete bandora wan bê şikandin. Divê li hemberî van bêexlaqan ciwan hişyar bin. Divê her ciwan, her jin û ciwanên kurd xwe biparêzin. Her saziyeke dewletê gava tiştek pêşniyarê wê/î kir, divê bi fikar nêzîk bibe û ji xwe bipirse, ev dewlet ji bo ji min hez dike vê pêşniyarê ji bo min nake.”

BANGA JI BO CIWANAN

Erdal bang li ciwanan kir ku di vî warî de li xwe baldar bin û ev tişt got: “Divê ciwan der barê dîrokê de xwe bi pêş bixin. Divê rastiya dewleta tirk baş derxin zanebûnê. Dewleta tirk tenê bi tang û topên xwe bi ser me de nayê û me nakuje; dewleta tirk bi dibistanên xwe, bi mamosteyên xwe, bi dersxaneyên xwe mirin û komkujiya herî mezin pêk tîne. Ji bo wê jî divê ciwanên kurd di vê hêlê de gelekî hişyar bin. Bi taybetî li bajarên wekî Colemêrg, Şirnex, Êlih û Amedê, divê ciwan der barê hevaltiyê de gelekî hişyar bin. Ji kesî re nabêjin ‘werin em we bikin ajan’, ji kesekî re nabêjin ‘werin di karên xirab de bixebitin.’ Di bin navê hevaltiyê de wan gav bi gav dixin tora xwe û karên qirêj bi wan didin kirin. Ji bo wê divê her ciwanek li hemberî pêşniyarekî hişyar be, di nava saziyên welatparêz û demokratîk de cihê xwe bigire û li dora wan bicive. Tedbîra herî mezin a ciwanên kurd xwebirêxistinkirin e.”

Bahoz Erdal bal kişand ser rol û mîsyona çapemeniya kurd jî û ev tişt got: “Ji bo ev şerê taybet ê dewleta tirk vala derkeve, barekî mezin dikeve ser milê çapemeniya kurd. Ev dewlet tenê bi rêbaza siyasî û leşkerî nayê ser me, êrîşên wan ên herî mezin û xeter, êrîşên li dijî çand û têkiliyên civakê ne. Ji bo wê jî divê çapemenî rastiya van polîtîkayên dewletê derxe holê, bi vê rastiyê di civaka kurd de, di malbata kurd de û di ciwanên kurd vê hişmendiyê bide afirandin. Gava me ev pêk anîn, wê demê dê şerê taybet ê dewleta AKP’ê jî vala derkeve û polîtîkayên wan ên dij mirovî yek bi yek têk biçin.”

‘JIYAN Û EXLAQÊ PKK’Ê DÎTIN’

Erdal aşkera kir ku bi rêbazên dijexlaqî li Colemêrg, Wan, Şirnex, Riha û Amedê gelek ciwanên kurd xistine tora xwe û wiha axivî: “Gelek ji van ji malbatan welatparêz in, wisa dikin ku wan dikin dijminê malbatan. Piştre jî dişînin nava gerîlayan. Bekî dewleta tirk bi fîzîkî ew ciwan nekuştibin, lê wekî mirovekî wan ji mirovahiyê derdixin û dikujin. Ji wan re dibêjin, ‘biçe nava gerîlayan, tu yekî di rêveberiyê de bikujî wê baş be, tu vê nekî jî zirarê bidê.’ Gava vê yekê pêk bînin dê zirar bidin rêxistinê, lê gava vê nekin dê deşîfre bibin, ew difikirin ku dê ev ciwanên kurd ji hêla gerîlayan ve bên înfazkirin. Di dawiyê de yê dîsa zirarê bibîne gelê kurd e.”

Erdal destnîşan kir ku heman rêbaz di salên 2005-2006’an de jî pêk anîbûn û ev tişt got: “Di van salên dawiyê de jî gelek caran bi taybetî li dijî rêveberên rêxistinê gelek kes şandin. Lê di nava jiyana PKK û gerîlayan de hemû deşîfre bûn. Çawa ketin nava vî karî bi xwe dibêjin. Ji ber kîjan kêmasiyan ketine vê rewşê, dijmin bi kîjan kêmasiyên wan lîstiye bi xwe tînin ziman. Ji bo çi hatine şandin û armanca hatina wan çi ye jî dibêjin. Gava tên vir jiyan û exlaqê PKK’ê û mirovahiyê dibînin. Ji bo wê jî van bûyeran tehemul nakin, her tiştî dibêjin. Rêbertî ji me re dibêje ‘heke tenê têlek por jî mabe wan ji qirêjiyê xilas bikin.’ Nêzikatiya rêxistina me jî ev e. Ciwanekî kurd e û ketiye xefika dijmin. Peywira me ya herî mezin ew e ku em van ciwanan ji vê xirabiyê rizgar bikin.”

Erdal herî dawî bang li malbatên kurd, dê û bavan kir û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Eger em dê û bavên van zarokan bin, em malbatên oldar û welatparêz bin, wê demê divê em zarokên xwe bi rêbazên herî baş û rast ên oldarî û welatparêzî perwerde bikin. Divê em hişmendiya neteweyî bidin wan. Divê tu kes hêviyên xwe bi saziyên dewletê neyne û zarokên xwe teslîmê dewletê û saziyên wê yên qirêj neke!