Balafirên rêjîmê Sûriyê Şêxmeqsûd bombebaran kir
Balafirên rêjîmê Sûriyê Şêxmeqsûd bombebaran kir
Balafirên rêjîmê Sûriyê Şêxmeqsûd bombebaran kir
Balafirên rêjîma Sûriyeyê taxa Şêxmeqsûd a Helebê ku piraniya şêniyên wê Kurd in bombebaran kir. Di encamê de 4 sivîlên ji heman malbatê birîndar bûn.
Balafirên şer ên rêjîmê îro saet di 10.00'an de careke din kolana Muxaberat a taxa Şêxmeqsûd Xerbî bombeberan kir. Li gorî encamên destpêkê di encama bombebaranê de 4 sivîlên ji heman malbatan birîdar bûne. Di encama bombebaranê de ziyaneke mezin di avahiyên derdorê de çêbûne.
Duh jî balafirên şer ên rêjîma Sûriyê Kolana Muxaberat a taxa Şêxmeqsûd Xerbî a Helebê bombebaran kiribûn. Di encama bombebaranê de 3 kesên bi navê Emîna Hesûn Qere Mihemed (60), kurê Emîna Selah Hesen (45)û kurê Selah, Mihemed Selah Hesen (12) ku ji gundê Ereba ya navçeya Mabeta ya Efrînê ne jiyana xwe jidest dabûn.