Balafirên şer bejahiya Çewlîkê bombebaran dikin
Balafirên şer bejahiya Çewlîkê bombebaran dikin
Balafirên şer bejahiya Çewlîkê bombebaran dikin
Operasyona li herêma Karacehennem a navçeya Kanîreşê dest pê kir 4 roj in berdewam dike. Hate ragihandin ku balafirên şer ên ji Amedê radibin herêmê bombebaran dikin. Herêma li sêgoşeya Mûş, Çewlîk û Amedê jî tevgera helîkopteran pêk tê.
Operasyona 4 roj berê li herêma Karacehennemê ya navçeya Kanîreşê ya Çewlîkê dest pê kir berdewam dike. Hate ragihandin operasyon li çoltarên gundên Saxnîs, Çatax, Meşeli, Xelîfan û Kurikê zêde bû. Li gorî çavkaniyên herêmê balafirên şer jî herêma operasyonê bombebaran dike. Ji Qereqola Yîgîtlerê jî herêm tê topbarankirin. Hate îdîakirin ku leşkerên tevlî operasyonê bûn ji gundiyan re gotin, "operasyon na tetbîqat e" Têkildarî operasyona 4 rojin berdewam dike derbarê mirin û bîrîndaran de tu agahî nehatin bidexistin.
Tê gotin ku balafirên şer ên ji Balafirgeha Leşkerî ya Amedê radibin çoltarê Çewlîkê bombebaran dike. Li aliyê din helîkopter jî herêmê gulebaran dikin û dem dem dengên çekan ji herêmê tên.
Li gorî agahiyan gelek helîkopterên ji Fermandariya Alaya Mûşê radibin ber bi herêmên Çiyayê Kozme, Şenyayla û Zengokê yên di navbera Mûş, Amed û Çewlîkê dimînin ve çûn. Hate ragihandin ku helîkopteran leşker ji herêma çiyayê Kozmeyê re birin. Tevgera helîkopteran a li herêmê berdewam dike.