Balafirên şer ên Sûriyeyê li navendên DAIŞ’ê xist

Balafirên şer ên Sûriyeyê li navendên DAIŞ’ê xist

Balafirên şer ên rejîma Sûriyeyê navendên aîdî çeteyên DAIŞ’ê yên li derdora pira Karakuzak bombebaran kir.

Navendên aîdî çeteyên DAIŞ’ê yên li derdora pira Karakuzak a di sînorên bajarê Mînbîc a di bin kontrola DAIŞ’ê de û li Başûrê  Kobanê cih digire, ji aliyê rejîma Sûriyeyê ve bi balafirên şer hat bombebaran kirin. Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên herêmî hatine girtin îro li gorî saetên herêmî saet di 12.30’an de bombebaranê destpê kiriye û hat hînbûn ku navendeke leşkerî ya aîdî çeteyan hedef hatiye girtin.