Balafirên şer li ser Xakûrk û Xinêreyê digerin
Balafirên şer li ser Xakûrk û Xinêreyê digerin
Balafirên şer li ser Xakûrk û Xinêreyê digerin
Balafirên şer ên artêşa Tirk li ser herêmên Xakûrk û Xinêre yên girêdayî Herêmên Parastinê yên Medyayê digerin.
Balafirên şer ên artêşa Tirk li ser herêmên Xakûrk û Xinêre yên di bin kontrola gerîlayan de digerin. Nehat zanîn herêm hatiye bombebarankirin an na.
Her wiha, hate ragihandin ku îro jî saet di 12.00 de balafirên şer ên artêşa Tirk li ser herêmên Qendîl, Zap, Garê û Xinêreyê geriya. Hate zanîn ku di dema gera balafiran de bombebaran pêk nehatiye.
Hêjayê gotinê ye ku li herêma Qendîlê amadekariya pîrozbahiyeke mezin a cejna Newrozê a bo beşdariya bi hezaran kesî tê kirin.