Balafirên şer Şêladizê bombebaran dikin

Balafirên şer Şêladizê bombebaran dikin

Balafirên şer ên artêşa Tirk derdora bajaroka Şêladizê ya Başûrê Kurdistanê bombebaran kirin.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatine wergirtin, balafirên şer ên artêşa Tirk saet di 15.45 de bajaroka Şêladizê ya Başûrê Kurdistanê bombebaran kirin. Hate diyarkirin ku bombebaran didome û balafirên şer li ser Zap, Avaşîn û Garê difirin.