Balefirên bê mirov hiqûq şer bin pê dikin

Balefirên bê mirov hiqûq şer bin pê dikin



Zêdebûn kuştinên di encama êrîşên hewayî yên Balefirên bê Mirov ên DYA’yê de, li Swêdê rê li ber gotûbêjan vekir. Piraniya pisporan diyar dikin ku DYA bi vê yekê qûralên hiûqa navneteweyî bin pê dike.

Di encama êrîşa balefirên hewayî yên bê mirov a li Pakîstanê pêk hat de piraniya wan sivîl 30 kesan jiyana xwe ji dest dan. Piştî Obama hat ser desthilatiyê êrîşên bi vî awayî zêde bûn û her ku diçe ev balefir zêdetir mirovan dikujin. Li gorî agahiya pipor dispêrin malpera pêbawer a bi navê Longwarjournal.org di dema desthilatiya Obama de 252 êrîş li Pakîstanê pêk hatin û di van êrîşan de 1879 kesan jiyana xwe ji dest dan. Di heman demê de di 38 êrîşên li Yemenê pêk hat de 242 kesan jiyana xwe ji dest dan. Hat ragihandin ku hejmareke zêde ya jin û zarokan jî di van êrîşan de jiyana xwe ji dest didin. Lê li gorî hejmarên rastî, tê gotin ku hejmara qurbaniyên van êrîşan zêdetir e. Rêveberiya DYA jî sivîlên ku jiyana xwe ji dest didin weke endamên El Qaîde an jî Talîbanan bi nav dike.

Ev êrîşên Wesayîtên bê Mirov ên Hewayî (WBH) rê li ber protestoyan vedikin. Pispor guman dikin ku karanîna van balefiran zêdetir bibin. Profesorê Dibistana Leşkerî ya Stockholmê û pisporê Polîtîkayên Ewlehiyê yên DYA’yê Jan Hallanberg diyar kir ku êrîşên van balefiran ên ku bi mirinan encam dibin, qûralên hiqûq navneteweyî bin pê dikin. Li gorî DYA bi karanîna van balefiran li ser xaka welatekî, gef li serxwebûna wî welatî dixwe.

Pisporê Hiqûqa Dewletan a Zanîngeha Stockholmê Mark Klamber diyar kir ku divê kesên ku bi gumana terorîst in bên girtin, lê DYA berovajiyê wê dike û kesên ku guman dike ku endamên rêxistinên terorê ne bombebaran dike û dikuje. Klamberg destnîşan kir ku ev balefir piraniya caran li cihên ku şer lê neyî têne bikaranîn û di demên aşitiyê de tenê polîs dikarin di çarçoveya xweparastinê de, ew jî dema ku tu çareyek din tune be, êrîşên bi mirinê encam dibe pêk bîne. Klamberg diyar kir ku DYA qebûl nake ev balefir li ser axa welatê wî bigerin, lê balefirên DYA’yê li welatên din digerin, ev yek bi xwe jî nakokiyek e.