Balefirên şer ji Amedê rabûn

Balefirên şer ji Amedê rabûn

Li Amedê liv û tevgera hewayî dest pê kir. Gelek balefirên şer yên artêşa Tirk ji 8’mîn Baregeha Jetan ya girêdayî 2’mîn Fermandariya Hêzên Hewayî ya Amedê rabûn. Nehat zanîn ku balefirên şer ber bi kîjan herêmê ve firiyan.

Hêjayî gotinêye ku, li rexmî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û agirbesta ku ji aliyê KCK’ê ve hate îlan kirin jî, dewleta Tirk operasyonên hewayî yên li hemberî Herêmên Parastina Medyayê narawestîne. Duh jî balefirên şer yên artêşa Tirk û Heron li ser herêmên Behdînan yên di bin kontrola gêrîlayên HPG’ê de geriyan.