Balefirên şer ji Amedê rabûn

Balefirên şer ji Amedê rabûn

Li Amedê liv û tevgera hewayî dest pê kir. Gelek balefirên şer yên artêşa Tirk ji Balefirgeha Leşkerî ya Amedê li ser hev rabûn. Nehate zanîn ku balefirên şer ber bi kîjan alî ve firiyan.

Hêjayî gotinê ye ku, şeva din balefirên şer yên ji Amedê rabûn sînorê Başûrê Kurdistanê derbaz kirin û herêmên Behdînan û Qendîlê bombebaran kiribûn.