Balefirên şer li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê digerin

Balefirên şer li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê digerin

Hêjmarek balefirên şer yên artêşa Tirk sînorê Başûrê Kurdistanê derbaz kirin û li Herêmên Parastinê yên Medyayê digerin.

Li rexmî ku li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, KCK’ê ji 21’ê Adarê vir ve agirbest îlankir jî, dewleta Tirk operasyonên hewayî na rawestîne. Îro di demjimêrên sibehê de hêjmarek balefirên şer yên artêşa Tirk sînorê herêma Başûrê Kurdistanê derbaz kirin û li ser herêmên Kurejaro, Avaşîn, Geliyê Balinda û Muzîrê yên herêma Behdînan yên dibin kontrola HPG’ê de digerin. Hate ragihandin ku, ji demjimêr 09’an ve Heron jî li herêmê digerin.

Heya niha di derbarê bombebaranê de tu agahî nehatine girtin.