Balefirên Sûriyeyê gundê Tel Xelef bombebaran kir

Balefirên Sûriyeyê gundê Tel Xelef bombebaran kir

Balefirên şer ên rejîma Sûriyeyê gundê Tel Xelef ê girêdayî Serêkaniya Rojavayê Kurdistnaê bombebaran kirin. Di encama bombebaranê de jinek û 3 zarokên wê jiyana xwe ji dest dan, hin welatî jî birîndar bûn.

Li gorî agahiyê hatine bidestxistin, balefirên şer saet di 06.30’an de gundê Tel Xelef ku kîlometreyekê dikeve rojavayê Serêkaniyê bombebaran kirin.

Hate ragihadin ku di encama bombebaranê de jinekê û 3 keçên wê jiyana xwe ji dest dan, hinek welatî jî birîndar bûn. Her wiha ziyana madî pêk hat.