Balefirên Suriyeyê vê carê gund bombebaran kir

Balefirên Suriyeyê vê carê gund bombebaran kir

Balefirên şer ên rejîma Suriyeyê ku ev bi rojan e bajarê Helebê bombebaran dikin, vê carê jî gundek girêdayî Şamê bombebar kir. Di encama bombebaranê de 8 kesan jiyana xwe ji dest da.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, balefirên rejîmê gundê Dêril Esafîr yê li herêma Xota Şerqî ya girêdayî paytext Şamê bombebaran kir. Di encama bombebaranê de 8 kesan jiyana xwe ji dest da. Hate ragihandin ku piştî bombebaranê gundiyan dest bi koçê kiriye.