Balûken: AKP dixwaze Peymana Enqereyê rojane bike

Balûken: AKP dixwaze Peymana Enqereyê rojane bike

BDP'ê der barê dîwarê şermê yê dewleta Tirk li ser sînorê Rojava lê dike de, ji Meclîsê xwest lêkolînê bike. Cîgirê Serokê Koma BDP'ê Îdrîs Balûken pêşniyarnameya lêkolînê pêşkêş kir û destnîşan kir ku AKP dixwaze Peymana Enqereyê rojane bike.

Cîgirê Serokê Koma BDP'ê Îdrîs Balûken, der barê dîwarê şermê yê di navbera Nisêbîn-Qamişlo, Serêkaniya ser û bin xetê, Efrîn-Kîlîs, Dirbêsiya ser û bin xetê de tê lêkirin pêşniyarnameyek lêkolînê pêşkêşî Meclîsê kir.

Di beşa sedemê ya pêşniyarnameyê de hat bibîrxistin ku li Sûriyê di şerê ev du salin dewam dike de Kurdan rêyeke sêyemîn ji xwe re hilbijartine, daxwaza li aliyê statuyeke demokratîk, azad û xweser destnîşan kiriye û hat gotin, "Pêvajoya şoreşê ya bê şer, ku Kurdan bi rêya sêyemîn re li Rojavayê Kurdistanê xist meriyetê, mixabin bi komkujî û êrîşên çeteyên El Nûsra yên ser bi El Qaîdeyê ku ji desthilatdariya AKP'ê alîkariya çek û lojîstîkê digirin, veguheriye qada xwîne."

Balûken diyar kir ku Hikûmeta AKP piştgiriyê dide çeteyên ji mafên gelê Kurd ên gelbûyînê bêzar in û got, "Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li dijî van çeteyên radîkal berxwedaneke mezin nîşan dane. Polîtîkaya hikûmetê ya bi rêya van çeteyan hilweşandina şoreşa Rojava têk çûye, îflas kiriye."

Balûken bibîr xist ku bi îdîaya "pêşîgirtina li qaçaxçitiyê" di navbera Nisêbîn-Qamişlo de ev çend heftene dîwar tê lêkirin û got, "Armanca lêkirina vî dîwarî pêşîgirtina li qaçaxçitiyê nîne. Bi vî dîwarê di navbera Kurdan de tê lêkirin tê xwestin ku rasthatin û alîkariya mirovane ya navbera mirovan bê astengkirin." 

Balûken destnîşan kir ku dewleta Tirk dixwaze Peymana Enqereyê rojane bike û wiha got: 

"Di vê serdema ku sînor êdî bê watebûne de, mîna Dîwarê Berlînê, Dîwarê Îsraîlê yê li ser xaka Fîlîstînê nayê qebûlkirin ku dewleta Tirk di navbera Kurdên li çar aliyên Mezopotamyayê ne dîwarên şermê lê bike. Desthilatdariya AKP'ê dixwaze Peymana Enqereyê ya sala 1921'an ku tê de têl û sînor di navbera gelê Kurd de hat danîn, rojane bike."

Cîgirê Serokê Koma BDP'ê Balûken da xuyakirin ku ti sedemeke ravekirina dîwarên şermê nîne û ji bo dawî li lêkirina dîwar bê anîn û sînor ji alîkariya însanî bê vekirin, Meclîs dest bi Lêkolînê bike.