Balûken: Bêyî li benda qanûnbûnê bimînin emê projeyê ava bikin
Balûken: Bêyî li benda qanûnbûnê bimînin emê projeyê ava bikin
Balûken: Bêyî li benda qanûnbûnê bimînin emê projeyê ava bikin
Cîgirê Serokê Koma BDP'ê Balûken da xuyakirin wan xwe ji bo xebatên 8 aliyên Projeya Neteweya Demokratîk amade kirine. Balûken got, "Ev xebatên ku li nava gel rewa tê dîtin, dikare ewlehiya qanûnî li ser dewletê ferz bike." Balûken der barê xebatên rêveberiya herêmî ya dema pêş de jî ewê nekevin nava bendewariyeke "Bila destpêkê qanûnî bibe dûre emê bixin meriyetê." Balûken helwesta siyasî ya AKP'ê ya der barê 'pêvajoya çareseriyê' de rexne kir û anî ziman ku divê têkiliya Ocalan a bi cîhana derve were danîn, xebatên hatine kirin bigihên statuyeke qanûnî û navgîneke kontrolê ya pêvajoyê bê avakirin.
Cîgirê Serokê Koma BDP'ê û Parlamenterê Çewlikê Îdrîs Balûken, bicihanîna Projeya Neteweya Demokratîk û 'pêvajoya çareseriyê' ji ANF'ê re nirxand.
Balûken ragihand ku ewê di dema pêş de li gorî aliyên siyasî, aborî, ekolojîk, civakî, çandî, dîplomasî, huqûqî û parastina rewa yên Projeya Neteweya Demokratîk rojevekê diyar bikin. Balûken got, "Di bin van 8 sernavn de gelek xebatên veguherîne sazîbûnê dikarin werin bicihkrin. Ji niha û pê ve emê li ser detayên van her 8 sernavan rawestin û ji bo bicihanîna wan bixebitin." Balûken ragihand ku ewê der barê aliyê siyasî de, ji bo avakirina bingehên civakî yên mîna komunên gund, meclîsên bajar û taxan ku gel lê xwedî mafê axaftinê ye, rolê bigirin ser milê xwe. Balûken diyar kir ku li cihên şaredarî bi dest xistine ewê modêlên meclîsên bajar û taxan destnîşan bikin û ev yek dê ji bo herêmên din ên Tirkiyê bibe mînak.
'EMÊ LI BENDA QANÛNBÛYÎNÊ NEMÎNIN, EMÊ QANÛNAN BIDIN DERXISTIN'
Balûken diyar kir ku di warê afirandina çareseriyên alternatîf ji bo pirsgirêkên civakî de siyaseta demokratîk ketiye nava şaşitiyeke "bila destpêkê çarçoveya qanûnî û destûra bingehînê bê danîn; dûre emê karibin bixin meriyetê" û got, "Mînak, ji 8 sernavan yek ji daxwazên herî mezin ê aliyê wê yê çandî perwerdeya bi zimanê dayikê ye. Di dema nû de bêyî li benda dewletê bisekinin emê li ser bingeha guncaw a ji bo perwerdeya zimanê dayikê materyal û bingehekê ava bikin û bi projeyên mînak re wê bicih bînin. Ev xebatên li nava gel rewa ne, dikare zextê li dewletê bikin ku bi qanûnan ewle bike. Dema der barê van her 8 aliyan de bingeheke rewa ya civakî bê afirandin, hingî dewletê jî neçar bimîne li gorî vê qanûnê derxîne, bi destûra bingehîn ewle bike. Mînak, pergala hevserokatiyê ya em bi salane dimeşînin jî bi vî rengî bû. Me bi fîîlî meşandin, ev yek di nava gel de hat pejirandin û dewlet jî neçar ma qanûna vê derxîne."
Balûken ragihand ku ewê di dema pêş de di warê ekolojîk de jî hewl bidin alternatîfan biafirînin û destnîşan kir ku der barê HES'an, şêweyê bikaranîna enerjiyê, projeyên xwezayê xera dikin nerazîbûneke cidî heye, lewma dikarin modêlên alternatîf ava bikin. Bgalûken got, "Dema mirov li cografya Kurd û cografya Tirkiyê binêrin, tê dîtin ku ji enerjiya rojê heta ba û enerjiya jeotermal gelek enerjiyên zerarê nedin xwezayê dikarin werin bikaranîn. Dema mirov li dijî HES'an, santralên nukleerî nerazîbûn nîşan dan, divê alternatîfa vê bicih were anîn. Mînak li Amedê projeya şaredariya me ya enerjiya rojê heye. Bi vê projeyê re hemû malên em jê re dibêjin malên rojê, enerjiya xwe ji rojê tedarik dike."
Balûken da xuyakirin ku der barê aliyê çandî yê Projeya Neteweya Demokratîk de diyar kir ku divê pratîkên bersivê bide bendewariyên hemû ziman û nasnameyan werin nîşandan û destnîşan kir ku ev yek hatiye ceribandin lê belê li zexta dewletê rast hatiye. Balûken got, "Şaredariya me ya bajarê mezin, şaredariyên me yên Sûr û Nisêbînê, ji bo xizmeta bi Kurdî, Tirkî, Erebî û zimanên din ên cuda di asta meclîsên xwe de biryar stend, lê belê dewlet li pêşiya vê bû bend û astengî derxist. Eger em hêza xwe ji civaka rêxistinbûyî bigirin, emê van bendan li gelek herêman rakin û projeya xwe bicih bînin."
'DIVÊ EM AMADEKARIYÊN XWE YÊN JI BO BINESAZIYÊ DERXÎNIN HOLÊ'
Balûken got, "Ji Kreşan heta dibistana navîn û zanîngehê diviyabû me sazîbûneke ku zarok û ciwanên Kurd bi zimanê xwe perwerde bidîta, biafiranda" û destnîşan kir ku ewê di dema pêş de têkoşîna vê bidin. Balûken wiha peyivî: "Kêmasî, di afirandina civaka rexistinkirî ye. Eger ev yek bihata afirandin, dema dewletê ev astengî derxist hingî dikarî li hember rawestiya. Di asta kreşê de daxwazeke cidî heye, gel dixwaze zarokên wan bi zimanê dayikê bên perwerdekirin. Em vê yekê dikarin li bajarên ji sedî 80 di destê me de ne bicih bînin. Eger em hemû amadekariyên binesaziyê û sazîbûnê weke mînak derxînin holê, hingî emê argumanên parastinê yên rayedarên hikûmet û dewletê pûç bikin."
Balûken ragihand ku dewlet li gelemperiya Kurdistanê zexteke giran a dejenerebûna exlaqî dike û destnîşan kir ku sazîbûnên li hemberî narkotîk û fûhûşê têbikoşin dikarin werin avakirin.
Balûken diyar kir ku bi konferans û komxebatan re ewê Projeya Neteweya Demokratîk bixin meriyetê.
TÊKILIYA BI CÎHANA DERVE, QANÛNÎBÛN Û NAVGÎNA KONTROLÊ
Balûken der barê pêvajoya çareseriyê de nêzîkatiya hikûmeta AKP'ê rexne kir û anî ziman ku xebatên salekê di 15'ê Cotmehê de bi dawî bûye û got, "Li gorî çavdêriyên me, ji ber nêzîkatiya xemsar, bê samîmî û sûdwergirtina ji pêvajoyê, ev pêvajo hatiey nuqteya xetimandinê. Pêwistiyeke cidî heye ku nêzîkatiya li Birêz Ocalan bê guhertin. Yek ji xalên ku pêşî li pêvajoyê veke, têkiliya Birêz Ocalan bi cîhana derve re ye. Di vî warî de hevpeyvînên rojnamevanan ên bi dîmen, diyaloga mirovên aqilmend, rêxistinên civakî yên sivîl, dikarin werin kirin. Ji bo dewama pêvajoyê bi rêya van navgînan têkiliya bi cîhana derve gelekî girîng e."
Balûken ragihand ku xebatên heta roja îro hatine kirin divê ji aliyê hikûmetê ev li ser hîmekî qanûnî were danîn û got, "Bi vê ve girêdayî pêwistî bi hêzeke sêyemîn a karibe pêvajoyê bişopîne heye. Divê hêzeke sêyemîn a nêzîkatiya Birêz Ocalan, KCK, PKK, dewlet, hikûmetê bêalî binirxîne û bi civakê re rola pirekê bileyze, were avakirin. Ji bo rewşa xetimandî çareser bibe, pêwistî bi vê heye. Têkiliya bi derve, qanûnîkirin û navgîneke şopandinê ya bêalî dikare pêşî li pêvajoyê veke û 'muzakereyê watedar' bide destpêkirin."
Balûken helwesta hikûmetê ku nahêle wêneyê Ocalan û heyeta BDP'ê were weşandin rexne kir û destnîşan kir ku gel dixwaze rewşa dawî ya Ocalan bibîne.