Balûken: Divê Cerdevanî di rêza destpêkê ya guhertinên qanunî de be
Balûken: Divê Cerdevanî di rêza destpêkê ya guhertinên qanunî de be
Balûken: Divê Cerdevanî di rêza destpêkê ya guhertinên qanunî de be
Ji holê rakirina cerdevaniyê herçend yek ji rojevên sereke yên pêvajoya aştiyê ye jî, hikûmetê di vî warî de heta niha ti gav neavêtiye. Parlamenterê BDP'ê Îdrîs Balûken got, "Eger çareseriyek tê xwestin, divê rakirina cerdevaniyê di rêza destpêkê ya guhertinên qanûnî de cih bigire. Naxwe wê pêvajo bixetime."
Di pêvajoya 'nû' ya çareseriya pirsgirêka Kurd de, tişta yekane ya di nava 8 mehên dawî de hatiye kirin, bi tenê gotinên hatine gotin e. Serokwezîr Recep Tayyip Erdogan û rayedarên hikûmeta AKP'ê di daxuyaniyên xwe de dibêjin "pêvajo bi lez dimeşe!". Lê rewş berovacî gotinan, li cihê xwe rawestiyaye, ti ji bendewariyên Kurdan û raya giştî bicih nehatine anîn. Yek ji van bendewariyên sereke yên Kurdan jî, pirsgirêka 28 salan sîstema cerdevaniyê heye.
Sîstema cerdevaniyê ya di 26'ê Adara sala 1985'an de ket meriyetê, berovacî daxuyaniyên "wê ji holê bê rakirin" ên Serokwezîr û rayedarên hikûmetê, dewam dike. Herî dawî Wezîrê Karên hundur Mûammer Guler dabû xuyakirin ku ri rewşa heyî de 46 hezar û 113 cerdevan hene. Di rapora GOÇ-DER'ê de jî cihên ku herî zêde cerdevan lê ne Şirnex (8 hezar û 832), Colemêrg (7 hezar û 90) û Bêdlis (5 hezar û 531) e.
NAKOKIYA NAVBER GOTIN Û EMEL DE HER DEWAM E
Hikûmeta AKP'ê ya di Çileya 2013'an de got "Bila çek bêdeng bibin, raman biaxive" bi pêkanînek berovacî vê gotinê, di Adara 2013'an de li navçeyên Wan Şax û Payizavayê 280, li Bêdlisê 600, li Colemêrgê 110, li Mûşê 95, li Agiriyê 25, li Sêrtê 120, li Amedê 250, li Êlihê 100, li Mêrdînê 80, li Çewlikê hezar û 800 û li Rihayê jî 90 cihên nû ji bo cerdevanan vekir. AKP ya dibêje bila "çek bêdeng" bibin, li aliyê din jî mirovan bi çek dikin."
LI PÊŞIYA VEGERA GUNDAN ASTENG E
Sîstema cerdevaniyê ku bi bûyerên kuştin, bazirganiya narkotîkê, destavêtin, destdirêjî, talan, revandina mirovan veguhereiye rêxistineke sûcan, ji bo vegera gundan jî li pêşiya mirovan asteng e. Li gorî daneyan, ji sedî 65.9'ê mirovan di wê baweriyê de ne ku sîstema cerdevaniyê li pêşiya vegera wan asteng e.
TABLO HER TIŞTÎ KURTEBER DIKE
Li gorî daneyên ÎHD'ê, di nava 4 salan de cerdevanan bi çeka dewletê 91 kuştine. Di "Rapora Taybet a Der heqê Binpêkirina Mafên Mirovan ên ji aliyê Cerdevanan ve hatine kirin" ku ji aliyê ÎHD şaxê Amedê ve hat amadekirin; cerdevanan 38 caran gund şewitandin, 14 caran gund vala kirine, 12 caran dest avêtine û dest dirêj kirine, 22 caran mirov revandine, 294 caran bi çekê êrîş kirine, 176 bi çekê birîndar kirine, 132 kes bi çekan kuştine, 2 kes wenda kirine, 50 kes hatine înfazkirin, 78 caran tevlî karê talanbê bûne, 454 caran êşkence kirine, 9 caran bûne sedema hewldana xwe kuştinê, 17 caran qadên daristanî şewitandine. Ev dane bi xwe nîşan dide ku ji bo rêveçûna pêvajoya çareseriyê, çiqasî pêwistî bi rakirina sîstema cerdevaniyê heye. Lê tevî daxuyaniyên rayedarên dewletê yên sala 2009'an ên bal dikşandin ser xeteriya vê sîstemê, ev 4 sal in hînê ti gav nehatine avêtin ji bo were rakirin.
RAPORÊN PÊŞKETINÊ YÊN YEKITIYA EWROPAYÊ LI BER ÇAVAN NAYÊN GIRTIN
Yekitiya Ewropayê di rêya gotûbêjên endametiyê yên Tirkiyê de, di gelek raporên pêşketinê de pêşniyar li Tirkiyê kir ku cerdevaniyê rakie. Di rapora pêşketinê ya sala 2010 de hat destnîşankirin ku ji bo çareserkirina sîstema cerdevaniyê ti gav nehatine avêtin û hat ragihandin ku ev sîstem rê li ber fikar û gumanan vedike. Heman nirxandin di raporên pêşketinê yên salên 2011 û 2012'an de jî hat kirin.
NE GOTIN, SAMIMIYET Û GAVÊN BERÇAV
Wezîrê Karên Hundur Guler da xuyakirin ku bi temambûna pêvajoya çareseriyê re, piştî pêwîstî bi cerdevanan nema, wê 45 hezar cerdevanên çekdar bi demê re werin tasfiyekirin. Lê li pişt van gotinan hînê ti gav nehatine avêtin. Daxuyaniyeke din a bi heman rengî Serokwezîr Erdogan di civîna bi Heyeta Aqilmendan a 26'ê Hezîranê de anîbû ziman. Lê belê gotin û pratîk heta niha li hev nekirine û berovacî meşiyane. Di heman civînê de Serokwezîr got, "Qereqolên nû tinene, cerdevanên nû wê neyên wezîfedarkirin", lê raya giştî dizane ku ji destpêka vê salê ve hem veguhestinên leşkerî û qereqolên nû tên çêkirin, hem jî cerdevanên nû tên wezîfedarkirin.
BALÛKEN: DIVÊ HIKÛMET REWŞA BAWERIYÊ XURT BIKE
Cîgirê Serokê Koma BDP'ê Îdrîs Balûken ku li parlamentê der heqê cerdevaniyê de xwedî xebatan e, diyar kir ku divê hikûmet di vê mijarê de gavên cidî biavêje û rakirina sîstema cerdevaniyê ji bo wan parçekeyek beşa yekemîn a pêvajoyê ye. Balûken diyar kir ku di qonaxa yekemîn de tê xwestin ku herêm ji çekan bê paqijkirin û bingeha nîqaşa demokratîk were avakirin û got, "Bi vekişîna hêzên gerîla re, eger 80 hezar hêzên paramîlîter ji holê bihata rakirin, wê ji bo sivîlbûyîn û demokratîkbûyînê gelekî erênî bûya. Lê mixabin heta niha hikûmetê di vî warî de hesasiyeteke pêwîst nîşan neda. Beriya derbasbûna qonaxa duyemîn a guhertinên qanûnî û destûra bingehînî, eger di vê mijarê de gav werin avêtin, wê ji bo baweriya aliyan a bi hev, gelekî girîng be."
LI BER ÇARESERIYÊ ASTENGE
Baluken da zanîn ku heta pergala cerdevanî û JÎTEM’ê li holê hebe pirsgirêka kurd dê neyê çaresekirin û wiha got: “Divê ji bo ku cerdevan, careke din li civakê bê vegerandin rê bên dîtin. Xebatên kurdan yên cidî hene. Bi xebatên KCK’ê bang li cerdevanan hat kirin. Di esasa xwe de derdixe holê ku cerdevan jî di vê ferasetê de ne. Di rewşa ku cerdevanî rabe de , cerdevanên çek di destê wan de heyî, naxwazin vê peywirê bikin û ger ji bo van ewlehiya jiyanê hebe dê bi ev cerdevan bi paşeroja xwe re bên rû hev. Di vê esasê de divê bibe rojeva sereke û bikev jiyanê. Aliyek tişta pêwist tîne cih û aliyê din jî ji bo hêzên çekdar mufaza bike, qerekolên nû çêdike, bendava çêdike û ev jî zirarê dide.
GER SERERASTKRINÊN QANÛNÎ BÊN NÎQAŞKIRIN DIVÊ DI RÊZA YEKEMÎN DE BE
Baluken da zanîn ku di vê mijarê de jî di rojên pêş de bertekên demokratîk yên derkevin holê dê erênî bin û got : “Wezîrê Karê Hundir Muammer Guler got ger çareserî çêbibe dê cerdevanî jî rabe. Em li dijî van gotinan cuda difikirin. Pêngava yekemîn derbas bû. Ji pêngava duyemîn xebat di meha îlonê de dê di rojava meclisê de be. Di îlonê de der barê pirsgirêka kurd de dê sererastkirin bê kirin. Ger wisa be divê cerdevanî di rêza yekemîn de cih bigire. Cerdevanan berê sûcên mezin dikirin. Kuştinên kiryar nediyar, tecawiz û hrw din dikirin. Ger pirsgirêk tê çareserkirin, divê di vê mijarê de sererastkirinên qanûnî bê kirin.
Di rapora ku GOÇ-DER’ê amade kiriye de daxwaz û pêşniyarên derketine pêş wiha bûn:
-Wek parçeyeke Komîsyona Lêkolîna Heqîqetê ya ji aliyê meclisê ve hatiye amadekirin, ji bo lêkolînkirina sûcên ku cerdevanan kiriye, komîsyonek binî bê avakirin.
-Cerdevanên hatiye tespîtkirin sûc kirine, divê der barê wan de kar û barê hiqûqî bên kirin û pêk bînin.
-Kesên ji aliyê cerdevanan ve malên wan hatine xesp kirin, divê zirara wan ya aborî û manevî bê dayîn.
Her wiha hêzên ku cerdevan teşwîqê van sûcan kirine û ji nedîtive û piştguh kirine jî divê tevli pêvajoya darizandinê bê kirin.
Her wiha divê sûcên ku hêzên dewletê kirine jî derbikevin holê.
Sûcên ku cerdevanan kirine ger bê tespîtkirin û cezakirin dê piştgiriyê bide aştiya civakî.
Ev dê di serî de fikarên welatiyên ku ji gundê xwe hatine derxistin û dîsa diwazin vegerin, dê bibe bawerî. Bi rêveçûyîna pêvajoya hiqûqî di heman demê de dê rîska pevçûna civakî ya ku jê tê tirsîn ku dê piştî tasfiyekirina cerdevaniyê bê jiyîn jî dê asteng bike.
Piştî koçberiya bi zorê kesên gundê xwe terk kirine, mal û zeviyên wan ji aliyê cerdevanan ve hatine desteserkirin. Ev ereziyên hatine desteserkirin, dibê bi heyetên serbixwe bên tespîtkirin û îadeyên xwediyê wan bikin.
Piştî lêkolînê cerdevanên hatine destpêkirin divê çekên xwe deynin û divê ji xizmetên rehabîlîtasyonê fêdeyê bigirin û bên îstîhdamkirin.
Divê rêxistinên civaka sivîl û mexdur jî tevli vê pêvajoyê bê kirin û daxwazên wan bên girtin.