Baluken rewşa pirtûkxaneyan bir Meclisê

Baluken rewşa pirtûkxaneyan bir Meclisê

Parlmenterê BDP’ê Îdrîs Baluken rewşa pirtûkxaneyên Tirkiyeyê bir rojeva Meclîsê. Baluken ji Wezîrê Çand û Turîzmê Omer Çelîk pirsa ;Li Tirkiyeyê serî kesî dema xwendinê ya rojane çiqas dikeve? Ji bo ev rêje bê bilindkirin, xebatên wezareta we hene an na?

Baluken pirsnameya xwe ya pêşkêş Omer Çelîk kir de wiha got: “Pirtûkxane ji bo çanda welatekî gelek girîg in.  Hejmara pirtûkên li Tirkiyeyê dema li gorî yên Ewropayê bê nirxandin gelek, qels dimînin.  Li Almanyaya ku 80 milyon şêniya wê heye li pirtûkxaneyên wê 150 milyon pirtûk hene û li welatê me yê ku 70 milyon şêniya wê heye, di pirtûkexaneyên wê de 10 milyon pirtûk hene.”

Baluken ev pirs ji Çelîk kir;

-Li Tirkiyeyê di pirtûkxaneyan de hejmara pirtûkan çend e? Serî kesî çend pirtûk dikevin?

-Li Tirkiyeyê niha çend pirtûkxane ji gel re vekirîne? Ev pirtûkxane li gorî belavkirina îhtîsas, zanîngeh, gel û zarokan çawa ne? Belavkirina wan a li gorî bajaran çi ne? Li van pirtûkxaneyan bi giştî çend pirtûk hene?

-Pêkanîna endamtiya pirtûkxaneyan li Tirkiyeyê heye an na? ger hebe li Tirkiyeyê çend kes endam in?

- Li Tirkiyeyê serî kesî rojên çiqas dem dikeve? Ji bo ev rêje bê bilindkirin çi xebat tên kirin?

-Di 2013’an de hejmara pirtûkxaneyên dê bên vekirin çiqase?