’Banga beşdariya li mîtîngên 22'ê Kanûnê yên li Cizîr û Nisêbînê’

’Banga beşdariya li mîtîngên 22'ê Kanûnê yên li Cizîr û Nisêbînê’

Însiyatîfa Gel a Kurdistanê, ji bo mîtîngên 22'ê Kanûnê yên li Nisêbîn û Cizîrê yên şermezarkirina dîwarê şermê, banga beşdariyê kir.

Însiyatîfa Gel a Kurdistanê da xuyakirin ku pêvajoya jiyana azad û rizgariya demokratîk a ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatiye destpêkirin, ji aliyê dewleta paralel a bi pêşengiya AKP û Cemaeta Gulen ve hatiye hebakirin û got, "Bi pêkanînên mêtîngerî û provokasyonan re tê xwestin pêvajo ber bi şerekî mezin ve biçe. Tevahiya pêkanînên dewleta qirker a  AKP'ê nîşan didin ku amadekariyeke mezin a şer ji bo biharê heye."

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Bi taybetî di demên dawî de hewldanên dewleta AKP-TC ya talanker li Geverê da meşandin û nêzîkatiya li Komkujiya Roboskî ku tevî di ser re nêzî salek derbasbûye jî kesek jî nehatiye darizandin, rûyê dewleta faşîst a AKP'ê ya qirkirinê nîşan dide." Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku di çarçoveya dozên qirkirina siyasî de hewl tê dayîn siyasetmedarên Kurd li zîndanan bên rizandin û vîna wan bê şikandin.

Însiyatîfa Gel a Kurdistanê got, "Êrîşên namerdî yên mêtîngeriya AKP-TC ya li hemberî Şoreşa Gel a Demokratîk a li Rojava, nîşan dide ku çi ji pêvajoya demokratîk fêm dike."

Însiyatîfê ragihand ku AKP bi temamî AKP bi temamî dewleteke asîmîlasyon û qirkirinê ye û destnîşan kir ku komkujiya li Parîsê ji aliyê AKP-Gulen û komkujiya li Geverê jî bi ferman û destê polîsê AKP'ê ve hatiye kirin.

Însiyatîfa Gel a Kurdistanê da xuyakirin ku operasyonên qirkirina siyasî ji aliyê AKP'ê ve hatiye kirin û destnîşankirin ku bernedana parlamenterên BDP'yî nîşan dide ku AKP partiyeke faşîst e.

Însiyatîfê bal kişand ser hewldanên dewleta Tirk ên ji bo nûkirina sînorên Lozanê û got, "Dibêjî qey wê şoreşa Apoyî ya li Kurdistanê mezin dibe bi dîwarana asten bike. Gotina bi tenê ji dewleta TC re were gotin: tirs çareya çaxa mirinê nîne."

Însiyatîfa Gel a Kurdistanê, ji bo mîtîngên 22'ê Kanûnê yên li Nisêbîn û Cizîrê yên şermezarkirina dîwarê şermê, banga beşdariyê kir.