Bankayên Rojava ji bazara kokaînê qezenç dikin

Bankayên Rojava ji bazara kokaînê qezenç dikin

Li gorî lêkolînek ji aliyê du ekonomîstên Kolombiyayî ve hat aşkerekirin, dahata ji bazirganiya kokaînê tê bidestxistin, bankayên Rojavayî bi awayeke veşarî jê qezenç dikin.

Ji Zanîngeha Andê Daniel Mejia û Alejandro Gavira di lêkolîna xwe de diyar kirin ku tenê ji sedî 2,6’ê pereyê ku ji kokainê tê bidestxistin li Kolombiyayê dimîne û ji sedî 97,4’ê din jî bi awayeke veşarî ji bankayên welatên Rojavayî re diçe.

Li gorî lêkolînê, Kolombiya di nava civakên gerdûnî de yek ji welatên herî zêde ji kokaînê pere qezenç dike ye. Ji berk u ji ber bazirganiya madeyên hişber, li Kolombiyayê sektora bankavaniyê her tim di bin kontrolê de ye.

Ev pereyê ji kokaînê tê, bi taybet li welatên xwedî aboriya lîberal û kapîtalîst tên nirxandin û feydeyek mezin jê werdigirin.

Gavira û Mejia dan diyarkirin ku li kolanan bihayê 1 gram kokaîn 100 dolar e û li gorî salane ev yek digihe nêzî 300 milyar dolar. Ji vê jî tenê 7,8 milyar dolar li Kolombiyayê dimîne.