Rojnamevan-nivîskara Tirk Banû Guven di Fûara Pirtûkan a Ruhr a li bajarê Essen a Almanyayê pêk hat de axivî û Serokwezîrê Tirk Recep Tayyip Erdogan bi zimaneke tund rexne kir û diyar kir ku rejîma AKP’ê li dijî demokratîk e.
Fûara Pirtûkê Ruhf duh li Zanîngeha Essenê berdewam kir. Tevî Parlementerê BDP’ê yê Mêrsînê Ertugrul Kurkçu, Aydin Çûbûkçû, helbestkar Ahmet Tellî, gelek nivîskar beşdar bûn. Mêvana duh jî rojnamevan û nivîskar Banû Guven bû.
Guven di semînera bi navê “Li Tirkiyeyê Azadiya Çapemeniyê” de axivî û desthilatiya Tirk, rewşa çapemeniya Tirk û pirsgirêka Kurd nirxand. Banû Guven di axaftina xwe de gelek caran desthilatiya AKP’ê û Erdogan rexne kir û got; “Li Tirkiyeyê rejîmek dijî demokratîk heye. Serokwezîr Erdogan jî rêberek yekperest e. Çi bixwaze ji bo wê biryarê dide, dike. Ez dengê xwe li hember dernaxe. Wergirtina ji sedî pênciyê dengan nayê wê wateyê ku dê her tişt bike. Ev ne demokrasî ye. Ger li vî welatî muxalefet tê bêdengkirin, benda hilbijartinê ya ji sedî 10 heye, kesek nikare nêrîna xwe bîne zimên, li wî welatî demokrasî tune. Mixabin li Tirkiyeyê ev tên kirin.”
'ROJNAMEYÊN AZADIYA WELAT Û GUNDEM MUXALÎF IN...'
Guven têkildarê binpêkirinên mafan ên li Tirkiyeyê çêdibin jî got; “Îro gelek akademîsyne, rewşenbîr û nivîskar ji doza KCK’ê hatine girtin. Evane portreyê Tirkiyeyê nîşan didin.” Guven destnîşan kir ku divê dîroka civaknas Îsmaîl Beşîkçî bê lêkolînkirin û bi vê rêyê dê çareseriya pirsgirêka Kurd jî pêk bê.” Guven wiha domand; “Ji bo pirsgirêka Kurd divê em li rastiyan bigerin. Îro ev pirsgirêka Kurd e. Lê ger mirov hinek din paşdetir biçe, gelek pirsgirêkên wek qirkirina Ermeniyan, zext û pirsgirkên weke wê dê çareser bibin. Ji bo vê yekê pêwîst e xebatên zanîstî yên weke yên mamoste Îsmaîl Beşîkçî cidî bên girtin.”
Guven çapemeniya Tirk jî rexne kir û got; “Çapemenî bûye mîna dengê desthilatiyê. Rojname û televîzyon bi vê armancê weşanê dikin. Ez dengê xwe dernaxe. Yek Kurd hene. Rojnameya Azadiya Welat heye. Bi Kurdî weşanê dike. Yek jî rojnameya Gundem heye. Ji bilî vana hin çapemeniya çepgir a muxalîf hene.”
Banû Guven bal kişand ser qewitandina xwe jî û got; “Ji bilî televîzyonên luks, ji bilî odeyên mezin, mirov dikare di odeyek biçûk de bi kamerayekê rojnamevaniyê bike. Ji ber vê jî ez bang li rojnamevanên muxalîf dikim ku di banekê de li hev kom bibin.”