Baroya Amedê: Ji bo girtiyên kurd girtîgehên li Kurdistanê zêde tên dîtin

Baroya Amedê: Ji bo girtiyên kurd girtîgehên li Kurdistanê zêde tên dîtin

Komîsyona Girtîgehan a Baroya Amedê, têkildarî lêpirsîna binpêkirina mafan a li girtîgehên Edîrne û Tekîrdag çavdêriyên xwe kir rapor. Di raporê de ev xusûs tê diyarkirin, “Em bi feraseteke dewletê ya girtîgehên Kurdistanê ji bo  girtiyên kurd zêde dibînin re rû bi rû ne.” 

Li ser esasê gilî û gazincên girtiyên li girtîgehên  Edîrne û  Tekîrdag Baroya Amedê li wan girtîgehan dest bi lêkolînan kirin.  Baroyê têkildarî lêkolîn û çavdêriyên xwe civînek li dar xist. Di civînê de ku endamên Komîsyona Girtîgehan a Baroya Amedê amade bûn, endamê komîsyonê parêzer Sîdar Avşar  daxuyaniya çapemeniyê xwend û diyar kir ku zextên li girtîgehan ji polîtîkaya dewletê û helwestên şexsî yên memûr û rêveberiya dewletê çavkaniya xwe digirin.  Avşar anî ziman ku herî zêde girtiyên siyasî bi vê rewşê re rû bi rû tên, bi sirgûnan jî hem girtî û hem jî malbatên wan tên mexdûrkirin. Avşar wiha got,  “Em bi feraseteke dewletê ya girtîgehên Kurdistanê ji bo  girtiyên kurd zêde dibînin re rû bi rû ne.” 

'DEMA GIRTÎ TÊN SIRGÛNKIRIN RASTÎ ÊŞKENCEYÊ TÊN'

Avşar, di dewama axaftina xwe de ji ber li girtîgehên Edîrne û Tekîrdag gelek binpêkirinên mafan tên dîtin lêkolîn kirin û ev çavdêriyên xwe kirine rapor. Avşar  bi bîr xist ku ji girtîgehên Amed, Êlih û Mêrdînê de 115 girtî sirgûnî girtîgehên Edîrne û Tekîrdagê kirine û di dema sirgûnê de bi awayekî derûnî û fizîkî rastî êşkenceyê hatine. 

Komîsyona Girtîgehan a Baroya Amedê di rapora ku amade kiriye de ev pêşniyar kirine: 

"*Girtiyên hatine sewqkirin divê neqlî girtigehên nû hatine vekirin an jî yên vala bên kirin . 

*Ji bo pirsgirêkên wek, derketina cihê hevpar, rojname, name-faks kolî, germahî, ava germ û kontrola bi detay û hûrgilî bi dawî bibin divê serîlêdanên edlî û îdarî bên kirin. 

*Ji bo bandora zextên midûrê girtîgehê û memûrên girtîgehê yên li ser girtiyan bên lêkolînkirin divê ji aliyê heyeteke tenduristiyê bên tedawîkirin. 

*Ji bo li hember cezayên dîsîplînê serîlêdanên ji bo mekanîzmayên huqûqî şert û mercên bên rastkirin.

*Divê derfetên ku girtî bi parêzerên xwe re hevdîtînan çêbikin bên avakirin. 

*Ji bo nirxandina şert û mercên ku girtî têde ne û piştevaniya huqûqî ya ji bo girtiyan dem bi dem kontrol çêbibin."