Barzanî: Ger êrîşkar li Sûriyeyê jî bin emê êrîş bikin
Barzanî: Ger êrîşkar li Sûriyeyê jî bin emê êrîş bikin
Barzanî: Ger êrîşkar li Sûriyeyê jî bin emê êrîş bikin
Serokê Herêma Kurdistana Federal Mesûd Barzanî der barê êrîşa ku di 29’ê Îlonê de li Hewlêrê pêk hatî de wiha got: “Ger Terorîst li Sûriyeyê jî bin emê êrîş bikin ser wan.”
Barzanî ku ji Ajansa Nûçeyan a Fransayê (AFP) re axivî, bi bîr xist ku êrîşa li Hewlêrê Navenda Hêzên Asayişê hedef girtiye.
Barzanî diyar kir ku êrîşa di encamê de 7 kesan jiyana xwe ji dest dan û 60 kes birîndar bûn, ne êrîşek bi tenê bû, hin êrîşkarên din ên xwestin çalakiyê bikin, beriya bikevin tevgerê hatine girtin.
AFP'ê di nûçeya xwe ya der barê êrîşa ku berpirsyariya wê Dewleta Îslamî ya Ira-Şamê girt ser xwe de ragihand ku di demên dawî de li Rojava di navbera şervanên Kurd û cîhadperestan de pevçûnên dijwar diqewimin. AFP'ê diyar kir ku Kurd li dijî êrîşan ketine seferberiyeke giştî û got, "Bi vî rengî şervanên Kurd li gelek herêman cîhadperest derxistin."
Ajansê destnîşan kir ku ji Adara 2011'an dema destpêkirina serhildana li dijî rejîma Sûriyê û vir ve Kurdan xwe ji nakokiyan dûr xistine û got, "Armanca Kurdan, kontrolkirina herêmên xwe ye."