Barzanî, piştî 10 rojan xwest komkujî bê 'lêpirsîn'

Barzanî, piştî 10 rojan xwest komkujî bê 'lêpirsîn'

Serokê Herêma Kurdistana Federal Mesûd Barzanî peyamek şand ji Komîteya Amadekar a Kongreya Netewî ya Kurd û xwest êrîşên komên çete yên ser bi El Qaîdeyê li Rojavayê Kurdistanê, lêkolîn bike. Barzanî anî ziman ku eger derkeve holê ku komkujî hatiye kirin, ewê ji bo parastina jin û zarokên Rojavayî derfetên xwe têxe dewrê.

Serokê Herêma Kurdistana Federal Mesûd Barzanî ji ser malpera înternetê ya Serokatiya Herêmê ya Kurdistana Federal peyamek ji Komîteya Amadekar a Kongreya Netewî ya Kurd re şand. Barzanî di peyama xwe de ji bo lêkolînkirina êrîşên li dijî sivîlên li Rojavayê Kurdistanê 'komîteyeke taybet' bê avakirin. Ev peyama Barzanî, 15 roj piştî destpêkirina kampanya êrîşan a komên El Qaîdeyê û 10 roj piştî komkujiya li herêma Helebê, hat dayîn.

Barzanî di peyama xwe de got, "Ev demeke ji aliyê hin navendên siyasî û nûçeyan ve tê ragihandin ku hin terorîstan li dijî Kurdên li Rojavayê Kurdistanê cîhad îlan kirine û komkujî kirine. Tê gotin terorîstên ser bi El Qaîdeyê êrîşî gelê masûm û sivîl dikin, serê jin û zarokên Kurd jê dikin." 

Barzanî di dewama peyama xwe de got, "Ez dixwazim, ji bo lêkolînkirina rastiyan komîteyeke taybet bê amadekirin ku biçe Rojavayê Kurdistanê."

Serokê Herêma Kurdistana Federal got, "Eger ev agahî rast bin, welatiyên bêguneh, jin û zarokên Kurd bi êrîşên kujer re rû bi rû ne, di bin gefa serjêkirin û terorê de ne, hingî Herêma Kurdistanê wê ji bo parastin û ewlekariya welatiyên bêguneh, jin û zarokên Kurd, hemû derfetên xwe bixe dewrê."

Di 31'ê Tîrmeh û 1'ê Tebaxê de, komên ser bi El Qaîdeyê êrîşî bajarokên Til Hasil û Til Eran ên Helebê kiribûn û di encamê de herî kêm 70 sivîl bi hovane hatibûn kuştin. Çeteyên komkujî kirin, ji bo komkujî û destavêtinên nû, fetweyên 'helal' ji mizgeftan li dijî Kurdan dan.

Tevî şahidiya mirovên ji komkujiyê reviyan jî, ji bilî Rûsyayê, ti hêzên cîhanê dengê xwe dernexist. Ne welatên Misliman ne jî welatên Yekitiya Ewropayê ku xwedî îdîaya mafên mirovan e, komkujî şermezar nekirin. 

Hevserokê PYD'ê Salih Muslim, roja 9'ê Tebaxê daxuyaniyek dabû ANF'ê û bêdengiya li hemberî komkujiyê weha nirxandibû: "Nehatina nerazîbûnekê, fikar û gumanan derdixîne holê. Em bi fikarin ku ev hemû di vî warî de li hev kirine yan na."