Başûrê Kurdistanê dê ji ber Enfalê tazmînatê bixwaze

Başûrê Kurdistanê dê ji ber Enfalê tazmînatê bixwaze

Wezareta Şehîd û Karên Enfalê ya Rêveberiya Herêmî ya Hikûmeta Federe ya Başûrê Kurdistanê, ji bo kesên di komkujiya Enfalê ya di dema Saddam Huseyîn de hatin qetilkirin, xwe amade dike daxwaza tazmînatê ji Hikûmeta Navendî ya Iraqê bike.

Wezareta Karên Enfalê, ji bo der heqê operasyonên Enfalê de serlêdana tazmînatê bike, dest bi kar kir. Eger ev xebata niha di asta pêşnûmeyê de ye biqede dê Hikûmeta Başûrê Kurdistanê ji hikûmeta Iraqê ya Navendî 388 mîlyar dolar tazmînatê bixwaze.

Wezîrê Karên Enfalê Aram Ahmet got, ji ber zerera li mexdûr û hawirdorê hatiye kirin, ewê 388 mîlyar dolarî 'tazmînata zerarê' bixwazin.

Ahmet ragihand ku divê hikûmeta Iraqê ji ber zext û komkujiyên Kurd lê rast hatine lêborînê bixwaze û got, "Eger hikûmeta îro ji ber bûyerên demên derbasbûyî lêborîn xwestibûya, dê di navbera Bexda û Hewlêrê de têkiliyên baştir hebûya."

Li gorî pêşnûmeyê; ji ber rê li ber mirinê hatiye vekirin 306, ji ber zerara madî 32, ji ber zerardayîna xwezayê 15, ji ber xemariyê 30 û ji bo başkirinê jî 5 bi giştî 388 mîlyar dolar tê xwestin.

Yên di 'Komkujiya Enfalê' de jiyana xwe ji dest dane her sal di 14'ê Nîsanê de tên bîranîn. Hat ragihandin ku tazmînat dê di salvegerê de bê xwestin.

Li Başûrê Kurdistanê ji qirkirina gelê Kurd, gund, qadên çandinî, binesazî û her qadên jiyanê yên navbera salên 1986-1989'an re, Enfal tê gotin. Di operasyonên bi fermana Sadam Huseyîn re destpê kir de 180 kes hatin qetilkirin. Di êrîşa kîmyewî ya li hemberî Helepçeyê de jî 5 hezar kesan jiyana xwe ji dest dan, 7 hezar kes birîndar bûn.

Li gorî peymanên navbera Başûrê Kurdistan û hikûmeta navendî ya Iraqê divê ji xizmên di Enfal û Helepçeyê de hatine qetilkirin, tazmînat bê dayîn.