Bavê 4 gerîlayan Mehmet Haran jiyana xwe ji dest da

Bavê 4 gerîlayan Mehmet Haran jiyana xwe ji dest da

Bavê 4 gerîlayên ku di Tekoşîna Azadiya Kurdistanê de jiyana xwe jidest dane Mehmet Haran jiyana xwe ji dest da.
Mehmet Haran (92) ku li gundê Huseynîk ê ser bi navçeya Lîceya Amedê ji dayîkbû, îro li mala xwe ya li Amedê jiyana xwe ji dest da.

Ferdên malbatê cenazeyê Haran ji malê derxistin, birin Mizgefta Yenîkoy. Li vir piştî nimêjê cenaze, cenazeyê Haran li Goristana Yenîkoyê sipartin axê.
Ferdên malbatê, Şaredarê Sûrê Abdullah Demîrbaş û wekîlê Şaredarê Kayapinarê Mahmût Dag jî di nav de gelek welatî tevlî merasima cenaze bûn.
Piştî gundê Huseynîk di sala 1994’an de ji aliyê artêşa Tirk ve hate şewitandin, Mehmet Haran bi malbata xwe re neçar ma koçî Amedê bike.

Haran ku 4 zarokên wî di nava Tekoşîna Azadiya Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dane, ji aliyê derdora xwe ve weke kesekî girêdayî tekoşînê û birêz dihate zanîn.
Haran berê bi îdiaya ku “alîkarî daye rêxistinê” du salan li girtîgehê maye û di nava gel de jî ji bo çareserkirina pirsgirêkan hewildan daye.