Bavê gerîlaya PKK’ê Ersoz sipartin axê
Bavê gerîlaya PKK’ê Ersoz sipartin axê
Bavê gerîlaya PKK’ê Ersoz sipartin axê
Bavê Gerînendeya Giştî ya Weşanê ya Rojnameya Ozgur Gundemê û gerîlaya PKK’ê Gurbetelî Ersoz Talîp Ersoz ê 75 salî vê sibê di nexweşxanê de jiyana xwe ji dest dabû li Goristana Asrînê ya Xarpêtê hat definkirin.
Gurbetelî Ersoz dema Gerînendeya Giştî ya Weşana Rojnameya Ozgur Gundemê dikir tevlî nava refên PKK'ê bû û dinava refên PKK'ê de jiyana xwe ji dest da. Bavê Ersoz Talîp Ersoz ê 75 salî nêzî salekê ye li Nexweşxaneya Lêkolîna Fakulte ya Tibê ya Zanîngeha Firatê dihat derman kirin, serê sibê di demjimêr 08.30'an de jiyana xwe ji dest da û li Goristana Asrînê ya Xarpêtê hat definkirin.
Hevjîna Ersoz û zarokên wî, Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gultan Kişanak, Parlamentera BDP'ê Nursel Aydogan, Şaredara Dersîmê Edîbe Şahîn, rêveberên Dêrsim û Xarpêtê û gelek welatî tevlî merasima cenaze bûn. Piştî nimêja nîvro cenazeyê Ersoz birin Goristana Asrînê ya Xarpêtê û piştî kar û barên olî cenaze hat definkirin. Piştî definkirinê malbata Ersoz li Mala Sersaxiya Zuverlerê ya Taxa Aksarayê serdana sersaxiyê qebûl kirin.
Hevseroka Giştî ya BDP'ê Gultan Kişanak li mala sersaxiyê hestên xwe wiha anî ziman: "Ji ber ku Talîp Ersoz jiyana xwe ji dest da em gelek xemgînin. Talîp Ersoz bi hesreta zarokên xwe ji jiyanê xatir xwest. Rojên wî bi êşa zarokên wî derbas bûn. Hîn negihiştibû goristanên zarokên xwe jiyana xwe ji dest da ev ji bo me xemgîniyek mezine. Ez sersaxiyê ji hemû gelê me dixwazim." Serdanên mala sersaxiya ya ji bo Ersoz destpê kir.