Bavê Gurbetelî Ersoz jiyana xwe ji dest da

Bavê Gurbetelî Ersoz jiyana xwe ji dest da

Bavê Gerînendeya berê ya Weşana Giştî ya Rojnameya Ozgur Gundemê Gurbetelî Ersoz Talîp Ersoz (75) ku li Elezîzê dima û ev saleke di unîteya lezgîn de tê ragirtin, vê sibehê çavên xwe li jiyanê girt.

Gurbetelî Ersoz a ku di sala 1994'an de Gerînendeya Giştî ya Rojnameya Ozgur Gundemê bû û li refên PKK'ê jiyana xwe ji dest da, bavê wê Talîp Ersoz (75) ê li Elezîzê dima û ev saleke di unîteya lezgîn de tê ragirtin, îro danê sibê saet di 08:30 de li Nexweşxaneya Lêkolînê ya Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Firatê jiyana xwe ji dest da. Ersoz ji ber pirsgirêka dil û xwîn rijiya ser mejiyê wî, ev saleke di bin kontrolê de bû. Hat ragihandin ku cenazeyê Ersoz dê îro saet di 13:30 de li Goristana Asrî ya Elezîzê bê veşartin.

Piştî veşartina cenaze, dê ji bo Ersoz li Mala Serxweşiyê ya Zuverler a li Taxa Aksarayê sersaxî bên qebûlkirin.