Bayik: Divê diyalog bi dawî bibe, muzakere destpê bike

Bayik: Divê diyalog bi dawî bibe, muzakere destpê bike

Hevserokê Desteya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik destnîşan kir ku eger dewleta Tirk di pêvajoya çareseriyê gavan neavêje Kurd bê alternatîf nîne û got, "Hevdîtinên li Îmraliyê di asta diyalogê de ne, divê derbasî muzakereyan bibe. Rawestandina vekişîna gerîla hişyariyek ji bo vê bû. Eger hikûmeta Tirkiyê gavan neavêje, dê pêvajo raweste."

Ji Kanala 1 a Rûsyayê Santral TV rojnamevan Baranov Evseny û Novoslov Dmîtry, ji kanala NRT ya Başûrê Kurdistanê Hakor Nehenî di 19'ê Îlonê de çûn Herêmên Parastinê yên Medyayê û bi Hevserokê Desteya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik re hevpeyvîn kirin. Di hevpeyvînê de Bayik mijarên şerê li Sûriye, rewşa li Rojavayê Kurdistanê, pêvajoya çareseriyê ya li Bakurê Kurdistanê nirxand.

Hevserokê Desteya Rêvebe a KCK'ê Cemîl Bayik di hevpeyvîna li gel kanala televîzyonê ya Başûrê Kurdistanê NRT de, pêvajoya çareseriyê ya li Bakurê Kurdistanê û Kongreya Neteweyî ya Kurd nirxand.

DIVÊ ÊDÎ DIYALOG BI DAWÎ BIBE MUZAKERE DESTPÊ BIKE

Bayik bal kişand ser xemsariya hikûmeta AKP'ê ya li pêşberî pêvajoya çareseriyê û destnîşan kir ku AKP ji bo demê qezenç bike, vekişîna gerîla weke firsendekê dibîne û gavan navêje.

Bayik destnîşan kir ku eger hikûmeta AKP'ê di rêveçûna pêvajoyê de gavan neavêje, ew bê alternatîf nînin û got, "Hevdîtinên li Îmraliyê berê 15 rojan carekê dihat kirin. Niha mehê carekê yan jî 45 rojan carekê heyeta BDP'ê dikarin biçin. Hevdîtinên li Îmraliyê hînê di asta diyalogê de ne, derbasî muzakereyan nebûye."

Bayik da xuyakirin ku bi biryara rawestandina vekişîna gerîla re wan dewlet hişyar kiriye û xwestiye pêvajoya muzakereyê destpê bike û got, "Eger dewlet gav neavêje, emê vê pêvajoyê bi dawî bikin. Em wisa dewam nakin."

Derbarê pakêta ku wê AKP aşkera bike de jî Bayik got, "bi vê pakêtê re dixwazin gel bixapîne û bêjin vaye hikûmet gavên demokratîkbûyînê diavêje. Bi vî rengî pêşî li çalakliyên gel bigire û bêje; me gav diavêt lê PKK'ê nehişt. Dixwaze bi vî rengî têkeve hilbijartinan." Bayik ragihand ku kes nizane di pakêtê de çi heye û ne bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ne jî bi kesekî din re danûstandin nekirine.

Bayik daxuyaniyên rayedarên dewletê yên dijberiya perwerdeya bi zimanê dayikê bibîr xist û destnîşan kir ku ev yek jî nîşan dide ku hikûmet xwedî niyeta çareseriyê nîne.

Cemîl Bayık anî zıman ku dewleta Tirk bi taktîkî nêzî pirsa Kurd dibe, li Bakur û Rojava Kurdan înkar dike û şer dide meşand, lê belê bi Başûr re danûstandinên siyasî û aborî zêde dike.

Der barê rewşa Rojava de jî Bayik wiha peyivî: ji "Me li Bakur şer  rawestand ji bo çareseri pêk bê. Bi belgeyan ji piştrast bûye ku dewleta Tirk bi her awayî destekê dide El Nusra û li Rojava şerê Kurdan dike."

Cemil Bayık anî ziman ku li dijî YPG û PYD'ê jî kampanya reşkirinê tê meşandin û got, "li Rojava Kurd li gel ti hezî cih nagirin, ne li gel rejîmê ne jî li gel mûxalîfan. Tevgera azadiye her tim polîtîkayeke aşkera meşandiye. Li Rojava, gelê KUrd şerê rûmetê dide, di nava berxwedaneke de ye. Em li gel şoreşê cih digirin. Gelê Rojava li Bakur û Başûr berdêlên mezin da, divê her beşên Kurdistanê îro xwedî li Rojava derkeve.
 
Bayik der barê kongreya neteweyî ya Kurd de jî hêviya xwe ya ji bo lidarketina wê anî ziman.

HEVPEYVÎNA LI GEL KANALA 1 A RÛSYAYÊ

Mijara sereke ya hevpeyvîna li gel ekîba kanala televîzyonê ya Rûsyayê, rewşa li Rojhilata Navîn, Sûriye û Rojavayê Kurdistanê bû.

Bayik da xuyakirin ku sîstema heyî ya li Sûriyê hem ji bo modernîteya kapîtalîst hem jî ji bo gelên li herêmê nabe bersiv, lewma encama ji Sûriyê derkeve dê şekil bide herêmê.

Bayik bal kişand ser planên Tirkiyê yên li ser Sûriyê dikir û got, "Li gorî Tirkiyê wê şerê li Sûriyê zêde dirêj nekira û Tirkiyê ji aliyê leşkerî, aborî û siyasî ve destkevtî werbigireta. Dewleta Tirkiyê bi vî awayî dixwaze hegomonyaya xwe li herêmê zêde bike. Lê Tirkiyê şaştiyeke mezin kir û hesabên wê pêk nehatin."

Bayik destnîşan kir ku piştî polîtîkayên Tirkiyê têk çûn, vê carê jî hewl da bi piştgiriya komên çete bi dijwariyê, serdestiya xwe çê bike.

HÊZÊN HERÊMÊ Û NAVNETEWEYÎ NAXWAZIN KURD BIBIN XWEDÎ STATU

Bayik bingeha vê polîtîkaya dewleta Tirk wiha rave kir: "Hîmê vê polîtîkaya dewleta Tirk jî li ser şikandina vînag elê Kurd li Rojava ye. Ji bo Kurd statuyekê bi dest nexe, her tiştî dike. Eger Tirkiyê hebûna Kurdên Rojava li qebûl bike, neçar e Kurdên Bakur jî qebûl bike. Lê ji ber ku hînê polîtîkaya xwe ya înkar û imhayê dimeşîne û ne amade ye hebûna Kurdên li Bakurê qebÛl bike, li Rojava şer dijwar dike."

Bayik da xuyakirin ku komên çete yên ser bi El Qaîdeyê bi piştgiriya Tirkiye û Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê ji welatên derve ve tên rêxistinkirin û li gorî berjewendiyên van welatan şer dikin.

Bayik diyar kir ku li Sûriyê ne dewlet ne jî hêzên navneteweyî daxwazên Kurdan qebûl nekirine û got, "Kî mafên rewa yên gelê Kurd qebûl bike, gelê Kurd wê bi wan re bide û bistîne."

KURD LI SER XETA SÊYEMÎN DIMEŞIN, NAKEVIN XIZMETA TI HÊZ Û KESÎ

Bayık destnîşan kir ku Kurd li Rojava pişta xwe nadin ti hêzî û got, "Kurd di xeta sêyemîn de cih digirin, şerê ti kesî nakin, bi tenê li hemberî êrîşan xwe diparêzin."

Bayik ji Kurdên li Sowyetê dijîn jî xwest, hîn bêtir kar bikin û xwedî li têkoşîna azadiyê derkevin.