Bayik: Eger gavên berçav neyên avêtin, pêvajoyê bixetime
Bayik: Eger gavên berçav neyên avêtin, pêvajoyê bixetime
Bayik: Eger gavên berçav neyên avêtin, pêvajoyê bixetime
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik, di axaftina xwe ya li pîrozbahiya 15'ê Tebaxê de diyar kir ku eger hikûmeta AKP'ê ji bo çareseriyê gavên berçav neavêje, wê pêvajo bixetime. Bayik destnîşan kir ku çarenûsa Kurdan jî bi şoreşa Rojava ve girêdayî ye.
Di serî de Kurdistan, li her devera Kurd lê dijîn 29. salvegera pêngaav 15'ê Tebaxê bi coşeke mezin tê pîrozkirin. Li Herêmên Parastinê yên Medyayê jî, pîrozbahî hatin lidarxistin.
Pîrozbahiya duh saet di 08:00’de bi merasîma leşkerî dest pê kir. Di merasîmê de ji bo cangoriyên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane, deqeyek rêz hat girtin. Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemil Bayik, Endamê Konseya Rêveber a KCK Riza Altun, Fermandarên HPG û bi sedan gerîla di merasîmê de amade bûn. Di pîrozbahiyê de gerîla govend gerandin, axaftinên li ser girîngiya 15’ê Tebaxê hatin kirin û dilsoziya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Fermandarê gerilla Egîd (Mahsum Korkmaz) hat nîşandan.
15'Ê TABAXÊ RIHÊ AFIRANDINÊ YE
Di merasîmê de Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik axivî û diyar kir ku pêngava 15'ê Tebaxê xwedî nirxeke dîrokî û girîng e. Bayik, da zanîn ku di têkoşîna azadiya Kurdistanê de 15'ê Tebaxê rolekî pir mezin lîstiye û di şerê azadiya Kurdistanê yê 30 salan de xwedî girîngiyek bê hempa ye. Bayik destnîşan kir ku ew niha di serdemek dirokî, girîng û kiritîk de cejna vejînê ya 15'ê tebaxê pîroz dikin û wiha got:
"Ger ku em li gorî rol û rihê vejîna 15'ê Tebaxê nêzîkî têkoşîna azadiyê bibin, emê encamê bi dest bixin. Bingehê pêngava raperîna 15ê Tebaxê li zindana Amedê hat avêtin. Ji ber ku faşîzma 12'ê Îlonê li zindana Amedê pêk hat û ev pêngav li dijî faşîzmê hat avêtin. Berxwedana PKK'ê şert û merc zor û zahmetî çi dibin bila bibin ji bo mafê xwe û armancê encamê bi dest dixe. Têkoşîna PKK'ê ev rastî nîşanî her kesî daye. Pêngava 15'ê Tebaxê di dîroka gelê kurd û cîhanê de mîladek e. Bi vê pêngavê darbeyek mezin li faşizma 12'ê Îlonê hat xistin. Ev pêngava hişyarî û raperîna gelê kurd e. Gelê kurd bi vê pêngavê got 'Ez tine nebûm û ez dijîm. Got ez wekî her kesî dixwazim bi ziman, nasname, çand û nirxên xwe yên neteweyî dixwazim li ser axa xwe azad bijîm."
ÇARENÛSA KURDAN BI ŞOREŞA ROJAVA VE GIRÊDAYÎ YE
Bayik da xuyakirin, pêgav û rihê 15'ê Tebaxê li 4 parçeyên Kurdistanê nirx û deskevtiyên girîng afirandiye û weha axaftina xwe dewam kir:
"Şoreşa Rojava encama şênber a pêngava 15'ê Tebaxê ye. Deskevtiyên li Rojava yên gelê Kurd di serî de Rejima Tirkiyeyê, hemû rejîmên ku xwedî berjewendî bêzar kirine. nêzîkatiyên li hemberî Rojava stratejîk in. Nêzîkatiya Rojava nêzîkatiya hemû gelê Kurd û Kurdistanê ye. Çarenûsa Kurdan girêdayî şoreşa li Rojava ye. Ji ber vê yekê qedera Rojava wê qedera hemû gelê Rojhilata Navîn diyar bike."
HIŞYARIYA ME NE ŞANTAJ E
Bayik di dawiya axaftina xwe de dewleta Tirk û hikûmeta AKP'ê hişyar kir û xwest ji bo çareseriyê gavên berçav bavêje. Bayik da zanîn ku hişyariyên wan, ji bo pêşketina pêvajoyê ye û wiha dawî li axaftina xwe anî:
"Hişyariyên me ne şantaj in. Bûyerên li Rojhilata Navîn di lehê gelê kurd de pêş dikevin. Divê Tirkiye ji vê yekê netirse. Êdî kes nikare rê li pêş statuya gelê kurd a bi pêşengiya PKK'ê pêş dikeve bigire. Ji ber vê yekê bila kes ji vê yekê netirse. Ger ku heta 1'ê Îlonê gav neyên avêtin wê demê dê pêvajo bixetime û têkoşîn bi rêbazên cûda pêş bikeve. Wê deme dê berpirsiyarê vê yekê hikûmeta AKP'ê be."
Axaftina Bayik bi dirûşmên “Bijî Serok Apo” ve “Bê Serok jiyan nabe” û çepikan bi dawî bû.
Piştî axafitinê Navenda Çanda Bîstûn, Koma Muzikê a Rojyar û hunermend Nahid Hawramî derketin ser dikê û konser dan. Şahî bi govendê bi dawî bû.