Bayik: Em komunên av, ax û enerjiyê ava bikin
Bayik: Em komunên av, ax û enerjiyê ava bikin
Bayik: Em komunên av, ax û enerjiyê ava bikin
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik destnîşan kir ku dewlet av, ax û enerjiya gel xesp dike û got, "Bi xespkirina van nirxan re hewl dide gel muhtacî xwe bike." Bayik xwest komunên av, ax û enerjiyê bên avakirin.
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayikd, di nivîsa xwe ya vê hefteyê ya li rojnameyên Azadiya Welat û Ozgur Polîtîka de, xespkirina çavkaniyên gel ên av, ax û enerjiyê ji aliyê dewletê ve, nirxand.
Bayik diyar kir ku li gel çikandina çavkaniyên avê bi bendavan re, enerjiya li xaka Kurdistanê tê bidestxistin, dewlet difiroşe Kurdistaniyan û helwesta gelê Mêrdînê ya li dijî vê nêzîkatiya dewletê, mînak nîşan da.
Bayik xwest, civak vê nêzîkatiya dewletê qebûl neke, xwedî li nirxên xwe derkeve û xwest, "komunên av, ax û enerjiyê bên avakirin."
Nivîsa Bayik bi vî rengî ye:
Nirxa herî girîng a gelekî av û ax e. Ji ber ku av û ax tê wateya jiyanê. Reh û damarên ku li av û axa xwe xwedî dernekevin, hatine qutkirin. Di roja me ya îroyîn de, enerjî jî bi qasî av û axê xwedî cihekî girîng e. Piştî pêşketina teknîkê pêwîstiya enerjiyê derket holê. Enerjî dibe sedem ku têkiliya av û axê bi teknîkê re bê danîn. Her wiha di pêşketina endustriyê de enerjî xwedî roleke mezin e.
Civakên ku li av, ax û enerjiya xwe xwedî derdikevin, tê wê wateyê ku li jiyana xwe xwedî derdikevin. Belasebep nabêjin wekî avê pîr û pak be. Bi hezkirin û girêdayîna bi axê re, mirov girêdayî çand, dîrok û xwezaya xwe dibe. Jixwe welatparêzî ji aliyekî ve girêdayîna bi axê re ye; watedayîna axê ye.
Êdî heta xwedî enerjî nebin, pêşxistina aboriya jiyanê û pêşxistina nûjeniyê ne mumkin e. Ji ber vê yekê ye ku Rêberê Gelê Kurd dibêje; “Em li her derê li av, ax û enerjiya xwe xwedî derkevin. “Dixwaze ev yek wekî rêgez û dirûşmeke bingehîn, li her derê bê bikaranîn. Av, ax û enerjî nirxên aydî hemû civakê ne. Divê ev nirx, ji bo bikaranînê bin. Divê komun di destpêkê de ji bo mijarên av, ax û enerjiyê bin. Ger civak xwedî van bin, pişta civakê nayê erdê.
Dema li van xwedî derkevin, ne mumkin e ku li ser civakê serdestiya aboriyê bê kirin. Dikarin li dora wan, di hemû qadan de jiyana aboriya komunal birêxistin bikin. Ji ber vê yekê ye ku divê civak av, ax û enerjiyê ji kesek re nehêle. Ev tenê aydî civakê ne. Ev nirx aydî dewletê nîn in. Dewletên ku ji bo av, ax û enerjiyê maf îdia bikin, dewletên despot û faşîst in; dewletên ku nirxên civakê xesp dikin in.
Rêberê Gelê Kurd dibêje; gerek ji vê yekê re destûr neyê dayîn. Di dîroka Kurdistanê de, her tim nirxê herî girîng axa ku jiyana mirovahiyê li pêş ketiye, çemên Dîcle û Firatê ne ku ev ax veguherandin bihuştê. Niha li ser axê hemû cureyên sexberiyê tên kirin. Gelek qad, ji aliyê saziyên dewletê û di serî de ji aliyê artêşê ve hatine xespkirin. Qad hatine qedexekirin, bi şewitandina daristanan xêr û bera axê tê tunekirin, bi vî rengî erdnîgariyeke ku avhewaya wê hatiye guhertin afirandin.
Dewletê li ser çemên Dîcle û Firatê ku jiyana gelê Kurdistanê ne, yekdestdariya xwe ava kiriye, çawa bixwaze wisa sexberiyê dike. Tenê bendavek û du bendav nayên çêkirin, gelek bendav tên çêkirin çem û kanî tên miçiqandin. Enerjiya ku ji van bendavan tê bidestxistin, li derveyî Kurdistanê tê bikaranîn, ev yek jî têrê nake, enerjiyê difiroşin kurdistaniyan. Heta li ser kurdan wekî amûrê şantajê bi kar tînin. Yên ku li Kurdistanê hemû nirxan didizin, muameleya dizan li gelê kurd dikin.
Mêtingeriya ku li ser kurdan tê meşandin, ji xwe re wekî mafekî dibînin. Gelê Mêrdînê li hemberî kesên ku enerjiya Kurdistanê difiroşin kurdistaniyan bertekên xwe nîşan dan. Li hemberî van dizan û dewleta ku piştgiriyê dide van dizan, li ber xwe dan. Di esasê xwe de divê hemû kurdistanî heman helwestê nîşan bidin û li ber xwe bidin. Divê ji bo av û ceyranê pere neyên dayîn. Çawa ku av nayê firotin, nikarin enerjiya ku aydî kurdistaniyan e, bifiroşin.
Bêguman divê valaxerckirina av û ceyranê bê kontrolkirin. Civak dikare bi rêya hinek mekanîzmayan bikaranîna van nirxan kontrol bike. Lê av û enerjiya ku pêwîstî pê heye, nayê firotin. Ax jî aydî civakê ye, dewlet nikare li ser axê sexberiyê bike. Kurdistanî divê wekî can û xwîna xwe li Dîcle û Firatê xwedî derkevin. Ji bo vê yekê her sal di rojên diyarkirî de divê ku mîhrîcanên avê li dar bixin. Heta divê ku li Kurdistanê cejna avê jî hebe.
Çawa ku Ganj ji bo hindistaniyan çemekî pîroz e, ji bo kurdistaniyan jî Dîcle û Firat pîroz in. Kurdistanî divê li vê pîroziyê xwedî derkevin. Ji ber ku kesên li pîroziyên xwe xwedî dernekevin jiyanê jî heq nakin. Av jî enerjî jî aydê kurdistaniyan e. Dewlet yan jî hin hêz radibin dibêjin “ev aydî me ne” ev yek hegemonyayeke zîhnî ye; ev yek serdestiyeke îdeolojîk e. Di rastiya xwe de jî av jî enerjî jî, ax jî aydî gel û civakan in.
Petrola li Kurdistanê jî ne aydî dewletê aydê gelê Kurdistanê ye. Ne tenê, aydî Êlih, Semsûr û Amedê aydî hemû kurdistaniyan e. Bêguman ji bo sûdwergirtinê beşekî dikare ji bo cihên ku petrol lê dertê bê dayîn. Encax lazim e ku mirov wekî nirxeke hemû kurdistaniyan e lê binêre. Li başûrê Kurdistanê û li Rojava petrol zêde ye.
Vê çavkaniya enerjiyê jî aydê gelê kurd e. Îro roj vê çavkaniya enerjiyê ne gel lê serdestên başûrê Kurdistanê ji bo xwe terxan dikin. Heta hêzên derveyî û Tirkiye ji gelê kurd qat bi qat bêhtir ji vê nirxê sûd werdigirin. Rêberê Gelê Kurd dibêje; “Li av, ax û enerjiyê xwedî derkevin.” Di esasê xwe de ev nirx rûmeta gelan in. Destdanîna ser van nirxan, xespkirina wan şikandina îradeya kurdistaniyan e.
Bi yekê hewl didin gel muhtacî xwe bikin. Civakeke ku ev 40 sal in têkoşîneke mezin dimeşîne, şoreşên mezin pêş dixe û hatiye asta gelekî ku dikare şer bike divê li van nirxên xwe xwedî derkeve. Xwedîderketina li van nirxan berî her tiştî xwedîderketina li rûmet û namûsa xwe ye. Ji ber vê sedemê divê em ji banga Rêberê Gelê Kurd re bibin bersiv û ji bo ku xwedî li van nirxan derkevin bikevin nav liv û tevgerê; komunên av, ax û enerjiyê ava bikin."