Bayik: Ev ne pakêta demokratîkbûnê ya xapandinê ye
Bayik: Ev ne pakêta demokratîkbûnê ya xapandinê ye
Bayik: Ev ne pakêta demokratîkbûnê ya xapandinê ye
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik diyar kir ku hikûmeta AKP’ê bê cidiyet nêzî pêvajoya çareseriya demokratîk dibe û wihagot: “AKP ne pakêtên demokrasiyê yên xapandinê amade dike.” Bayik destnîşan kir ku armanca Tirkiyeyê eve ku pêşî li qezenca statuya Rojavayê Kurdistanê bigire û ger vê li Rojava bi serbixe dê li Bakurê Kurdistanê tasfiyeyê ferz bike.
Pîrozbahiyên 15’ê Tebaxê didome. Li Qadên Parastina Medya bi sedan gerîla hatin cem hev û 15’ê Tebaxê pîroz kirin. Di pîrozbahiyê de femandara YJA STAR’ê Sozdar Welat, endamê Konseya Leşkerî ya HPG’ê Fazil Botan amade bûn. Her wiha komên muzîkê yên herêmî jî derketin ser dîkê.
Di pîrozbahiyê de Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik axivî û der barê pêvajoya çareseriya demokratîk û pevçûnên li Rojava de nirxandin kir.
Bayik da zanîn ku pêngava 15’ê Tebaxê li Kurdistanê rûpeleke nû vekiriye û 15’ê tebaxê ne tenê bo gelê kurd bo hemû gelê herêmê riya azadiyê vekiriye û berxwedanek daye destpêkirin. Bayik wiha pê de çû: “Em cejna vejînê ya berxwedana 15’ê Tebaxê li Rêber Apo, şehîdên xwe û gelê kurd û mirovahiyê pîroz dikin. Ger îro em van rojan dibînin, bi saya 15’ê Tebaxê ye. Em deyndarên Rêber Apo û şehîdên xwe ne. Meha Tebaxê bo gelê kurd dîrokiye. Pêngavek dîrokiye. Ne jibo tevgera me tenê, ji bo hemû mirovahî û Rojhilata Navîn dîrokiye. Bi demekê ne bi sînore. Her demê dihundirîne. Şoreş ruhê têkoşîn û berxwedanê ye.ruhê azadî û demokrasiyê ye.”
HIKÛMET CIDÎ NÊZ NABE
Cemîl Bayik der barê pêvajoya çareseriyê ya Rêber Apo daye destpêkirin jî axivî û got hikûmet bê cidiyet û derewan nêz dibe û got: “Hikûmeta AKP’ê ji demokrasiyê ditirse. Li dij berjewendiyên xwe dibîne. Ber zextên gel û tevgera azadiyê ketiye tengasiyê. Ji ber vê ji ser xwe bavêje serî li pakêtan dide. AKP ne pakêtên demokrasiyên yên xapandinê amde dike. Bi vên pakêtê hewl dide pêşiya dîroka 1’ê îlonê ya tevgera me û serokatiyê aşkera kiriye bigire.
LI ROJAVA DIXWAZIN TÊKOŞÎN KURD TÊK BIBIN
Bayik destnîşan kir ku şerê li Tunus, Misir, Lîbya û Suriyeyê belavî Kurdistanê bûye û got: “Sêyemîn şerê cîhanê li Kurdistanê jî xwe da der. Hevsengiya nû ya li Rojhilata Navîn ava dibe dê di encama şerê li Kurdistanê diyar bibe. qedera hêzên modernîteya kapîtalîst û modernîteya demokratîk di encama vî şerî de diyar dibe.
AKP û Tirkiye şoreşa Rojava ji bo berjewendiyên xwe wek tehîdek mezin dibîne û got: “Di bin êrîşa bi hevkariya El Nusra û AKP’ê hatiye destpêkirin de ev siyaset heye. Armanca wan eve ku statuya kurdan asteng bikin. Têkoşîna kurdan li Rojava bifetisînin. Siyaseta Rojhilata Navîn a Tirkiyeyê hilweşiya. Hikûmeta AKP’ê vê siyasetê dixwaze bi avakirina hegomonyaya li Rojav sererast bike. Bi astengkirina stuya kurdan dixwaze statuya kurdên Bakur jî asteng bike. Ji ber vê divê hemû kurd û dostên kurdan bi hemû hêza xwe xwedî li Rojava derkevin.”
Bayik da zanîn ku deriyê sînor girtiye û ambargoya li Başûr tê pêkanîn ji êrîşan re dibe amûr û ev li dijî berjewendiyên netewî yên kurdane.