Bayik: Hişyariya 1'ê Îlonê israra ji bo pêvajoya aştiyê ye
Bayik: Hişyariya 1'ê Îlonê israra ji bo pêvajoya aştiyê ye
Bayik: Hişyariya 1'ê Îlonê israra ji bo pêvajoya aştiyê ye
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik da xuyakirin ku hişyariyên 1'ê Îlonê nîşaneya israra tevgear Kurd a di çareseriya siyasî û demokratîk de ye. Bayik got, "Emê destûrê nedin ku AKP gavê me yên ji bo aştî û çareseriyê qurbanî hesabên biçûk ên hilbijartinê bike. Her kesên naxwazin pêvajo sabote bibe divê zextê li AKP'ê bikin ku ji bo çareseriyê gavan biavêje û bi zexta civakî xwedî li vê pêvajoya dîrokî derkevin."
Bi nêzîkbûna 1'ê Îlonê re hemû awir zîvirîn ser daxuyaniyên KCK û AKP'ê. Di demên dawî de ji çapemeniya Kurd û medya navneteweyî, gelek navgînên weşanê bi Hevserokê Konseya Rêveber a Koma Civakên Kurdistanê (KCK'ê Cemîl Bayik re hevdîtin kirin.
Ji Wala PRESS Esat Cebbarî, li kovara Livîn Hel Mêrgeyî, rojnameya Medya ya rojane, ji Rêga TV Aras Hemed Emîn, Radyoya Azadî û ji Rojnameya Rêgay Kurdistan Mihemed Çawşîn, ji Rojnameya Fransî Le Monde Guillauma Perriere, ji Servîsa Cîhanê ya BBC Mahmût Hamsîcî bi tenê çend ji rojnamevanên di nava 15 rojên dawî de hatin Herêmên Parastinê yên Medyayê.
Cemîl Bayik, der barê asta heyî ya pêvajoya çareseriyê, Kongreya Neteweyî ya Kurd a tê payîn di demeke kurt de pêk were, Şoreşa Rojava û pevçûnên li Sûriyê de bersiv da pirsên rojname û tv'yan.
Bayik da xuyakirin ku bêyî belgeyeke nivîskî û protokolek hebe, bêyî hêzeke çavdêr a sêyemîn, hêzeke garantor têkeve dewrê wan pêvajoya çareseriya demokratîk û aştiyê bi fedekariyeke mezin bi vîna xwe dane destpêkirin û got, "Gava yekemîn me avêt, ku dewlet karibe bi hêsanî gavê biavêje. Li cîhanê kîjan rêxistin an dewletê ev yek kiriye?"
EM 8 KOMÎSYON PÊŞNIYAR KIRIN, EM LI BENDA BERSIVÊ NE
Bayik diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi pêvajoya çareseriyê kiriye û li ser AKP'ê ferz kiriye û destnîşan kir ku vê pêngavê ji bo çareseriyê û gavavetinê cih li AKP'ê teng kiriye lê AKP hînê li hemberî vê li ber xwe dide.
Bayik bibîr xist ku beriya Newroza 2013'an ji bo çareseriya pirsgirêkê û qebûlkirina hebûna Kurdan wan gelek gavên yekalî avêtine û got, "Li nava raya giştî ya navneteweyî û civaka Tirkiyê jî baweriyek derket holê ku divê êdî hikûmet bersivê bide vê û gavan biavêje. Erdogan ê cih lê teng bû neçar ma bêje; emê li gorî raporê heyetên aqilmendan nexşeya xwe ya rê amade bikin. Rapor hatin pêşkêşkirin û di gelek raporan de hat nivîsandin ku civaka Tirkiyê çareseriya demokratîk a pirsgirêkê dixwaze. Di gelek raporan de hat destnîşankirin ku divê Rêberê me azad bibe. Meh di ser re derbas bûn. Lê belê hikûmetê hînê nexşeya xwe ya rê eşkere nekiriye."
Hevserokê KCK'ê Bayik da xuyakirin ku di rewşeke bi vî rengî ya dewlet û AKP'ê ti gavên berçav neavêtiye de, daxuyaniyên ku dibêjin çima hêzên gerîla bi temamî venekişiyane başûr hewldanên ji bo sabotekirina pêvajoyê ne û rêdayîna li êrîş û komkujiyên mezin e. Bayik diyar kir ku AKP û dewlet bi şerê psîkolojîk ê bi gotina "Em dixwazin çareser bikin, lê PKK dibe asteng" dixwaze xwe ji van mijarê derxîne. PKK'ê berpirsyarî û barê dikeve ser milê bi zêdehî bicih anî. Êdî tiştekî em bikin nemaye. Ji bo çareseriyê me gavên berçav û zelal avêtin. Me leşkerên dîl serbest berdan. Agirbest îlan kirin. Me şer rawestand. Hêzên ve vekişand başûr. Hikûmeta AKP'ê kîjan gava berçav avêt? Di vê rewşê de kî li peşiya çareseriyê asteng e?"
ŞER AN AŞTÎ, BI DAXWAZA AKP'Ê VE GIRÊDAYÎ YE
Bayik ragihandin ku ya ji vê û wê de, ferzkirina teslîmkariyê li ser PKK'ê ye û got, "PKK'ê li dijî teslîmkariyê serî rakiriye û bi berxwedana xwe ya heta mirinê, hebûna xwe parastiye. Nedîtina vê rastiyê, israra di şerê 30 salan de ye."
Cemîl Bayik anî ziman ku ji bo rêveçûna pêvajoyê û destpêkirina qonaxa sêyemîn divê 8 komîsyonên wan pêşniyar kirin li parlamentê werin nîqaşkirin û diyarkirin, naxwe pêvajo wê mîna berê nemeşe. Bayik di dewama axaftina xwe de weha peyivî: "Helwesat tevgera me, wê li gorî nêzîkatiya dewleta Tirk biguhere. Eger şer tê xwestin şer, eger aştî bê xwestin aştî! Ev yek wê bibe biryara AKP û dewletê. Yên li ser me şer ferz bikin, emê li dijî wan şer bikin. Hingî çawa gerîla xwe vekişand, wê bi heman rengî vegere û şer dê her kesî bişewitîne. Em xwedî wê hêzê ne ku bi dehan salanên din têbikoşin. Lewma ne bi awayekî taktîkî bi awayê stratejîk divê pêvajo were dîtin.
Hişyariya me ya 1'ê Îlonê ji bo vê ye. Em di çareseriya siyasî ya demokratîk de biryardar in. Lewma em dixwazin AKP tavilê gavan biavêje û derbasî qonaxa sêyemîn bibe. Emê destûrê nedin ku gavên me yên ji bo pêvajoya çareserî û aştiyê ji aliyê AKP'ê ve ji bo hesabên biçûk ên hilbijartinê werin bikaranîn. Her kesên naxwazin pêvajo sabote bibin, divê zextê li AKP'ê bikin ku gavan biavêje û bi zexta civ akî xwedî li vê pêvajoya civakî derkevin."
“XEWNA GELÊ ME DIBE RASTΔ
Bayik got, "Heta roja îro Kurd her tim hatin eciqandin, hatin kuştin. Lê îro hêza herî mezin a herêmê ye. Pêwîste deshilatdar êdî huqûqa xwe ya biratiyê ku bi komkujiyan hezar sale li ser Kurdan ferz dikin, êdî di ber çavan re derbas bikin. Divê têkiliya Kurdan bi gel û dewletên din ên deshilatdar re ji nû ve bên sererastkirin û edaleta rastî bê têkûzkirin."
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê der barê Kongreya Neteweyî ya Kurd de jî ev nirxandin kir: "Divê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê bibe kongreya têkûzkirina edaletê. Heta ku di nava xwe de edalet û demokratiyê pêk nîne, Kurd wê bi çi rengî lêgerîna xwe ya edaletê li herêmê dewma bike? Divê bibe kongreyeke ku gelê me çarenûsa xwe bi xwe diyar bike, her kes bi vîna xwe lê amade be, hemû biryar ji aliyê tevahiya beşdaran ve bên girtin û di vê çarçoveyê de bibe xwe taybetmendiyeke demokratîk. Pêwîste stratejiyeke hevpar bê destnîşankirin û di qadên dîplomatîk, siyasî, aborî, leşkerî û hwd. de polîtîkayeke hevpar bê diyarkirin. Divê pergala Hevserokatiyê hebe û ev yek bi dorvegerî were meşandin. Ne kongreya partiyekî û parçeyekî ye, kongreya hemû partiyan û hemû parçeyan e. Divê kes xwe li ser vê vînê ferz neke, xwe cûda û mezin nebîne, li gorî berjewendiyên hevpar ên gel tevbigere. Azadî û demokrasî, ji her kesî bêtir mafê gelê Kurd e. Divê kongre vê destnîşan bike."