Bayik ji malbata rojnamevan Kawa Germiyanî re sersaxî xwest

Bayik ji malbata rojnamevan Kawa Germiyanî re sersaxî xwest

Hevserokê Desteya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik ji malbata rojnamevan Kawa Germiyanî sersaxî xwest û got, "Pênûsa Germiyanî têkoşîna li dijî bê edaletî, ne wekhevî û nelirêtiyê bû. Têkoşîna wî dê her tim dewam bike." 

Hevserokê Desteya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik, ji malbata rojnamevan Kawa Germiyanî yê di 5'ê Kanûnê de li Başûrê Kurdistanê bajarê Kalarê di encama êrîşeke çekdarî de hat qetilkirin, peyamek şand û ji malbatê re sersaxî xwest.

Bayik xwest, kujer tavilê bên cezakirin û wiha got: "Kurê we têkoşînek hêja ya ragihandinê li himberî bê edaletî, ne wekhevî û nelirêtiyê da. Herdem daxwaza dadperwerî, wekhevî, azadî û demokrasiyê kir. Têkoşîna wî xwedî derketina li fedekarî û qurbaniyên bê hempa yên xelkê başûrê Kurdistanê bû. Kesekî ji desthilatdariyê dûr bû. Pênûsa kekê Kawa Germiyanî  xebatekî bihadar bû ji bo rêgirtina li wê bê wicdaniyê. Bi rastî pênûsa wî xwedî derketina li Enfal û daxwaza mafê wan bû û wê herdem wisan jî bimîne. Kesên ku kekê Kawa şehîd xistin heman zihniyeta destilatperest û nexweşiya enfalperestan pêre hebûn. Ji bo jiyanekî azad û serfirazane ji bo gelê Kurd li başûrê Kurdistanê bi taybetî jî ji bo xelkê Germiyan yê kedkar û berxwedanvan têkoşîn daye meşandin."

Hevserokê Desteya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik da xuyakirin ku rojnamevan Kawa Germiyanî ne tenê bi têkoşîna xwe ya li hemberî nelirêtî û bêdadiyê rêz û hûrmeta xwe hebû, di heman demê de bi fikir û helwesta xwe ya neteweyî derdiket pêş. Bayik got, "Wasiyeta wî ya ji bo navê Amedê li zarokê xwe bike jî, vê  rastiyê nîşan dide. Birêzan em di wê bîr û baweriyê dene Amedê çavgeş û biçûk jî bi heman perwerdeya bavê xwe mezin bibe û fêr bibe. Wekî bavê xwe têkoşerekî bi hêz be ji bo mafê gelê Kurd. Hêvîdarin rêya berxwedanî ya bavê xwe bimeşîne û pênûsa bavê xwe ya tûj û çavnetirs hilgire."

Bayik di dawiya peyama xwe de careke din li ser navê tevahiya endamên Tevgera Azadiyê ya Kurd ji malbatê re sersaxî xwest û silav û hurmetên xwe pêşkêş kir.